Kongra Star: Hêzên PDK’ê gelê Şengalê li ber qirkirinê hişt

Meclisa Kongra Star di salvegera êrişa DAIŞ'ê ya li ser Şengalê de daxuyaniyek da û diyar kir ku cîhanê bi rengekî zindî li komkujiya 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê temaşe kir lê dest tê werneda, hêzên ser bi PDK'ê ve jî gelê Şengalê li ber qirkirinê hişt.

Kongra Star: Hêzên PDK’ê gelê Şengalê li ber qirkirinê hişt
2 tebax 2024   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi minasebeta salvegera 10'an a êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê yên 3'yê Tebaxa 2014'an, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Şervan û milîtanên ku berxwedana dîrokî dane meşandin li Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê bi rêzdayin em bibîrtînin soza xeylên hevalên şehîd Ji bo azadiyê pêk bînîn.

10 sal di ser qirkirina Şengalê re derbas bûne, hîn jî gelek jin û zarokên êzidî nayê zanîn ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin, wek kole hatin firotin û dîl hatin girtin.

Xaka Şengalê ku warê parastina çand, bawerî, hebûnê ye, hîn jî di bin gefa komkujî û qirkirinê de ye.

Dewleta Tirk roj bi her cure teknîka şer derdixe holê û hewl didin xelkê me yê êzidî qetil bike. PDK jî her roj bi derew, propagandaya reşkirinê wan dike hedef û gefê dixwe, û bi destê wan dagirkerî li başûr zêdedibe, ev yek bandorê li ser jiyana jinan dike, ku rê li ber koçberî û qirkirinê vedikin.

Rastiya ku hê jî kuştina jinan weke sûcekî li dijî mirovahiyê nayê dîtin, dibe sedem ku dewlet û dîktatorên ku bi polîtîkayên qirkirina jinê hewl didin li ser piyan bimînin, ji darizandina vî sûcî û êrîşên wan ên bêperwa yên li dijî jinê netirsin.

Heya ku qirkirina jinê weke sûcê mirovahiyê neyê qebûlkirin, mîna qirkirinê li dijî polîtîkayên qirkirina civakî jî têkoşînek pêbawer û teqez nayê kirin.

Em jî wek rêxistna Kongra Star li hem ber her cureyên tundî, dagirkerî, qirkirin û komployan bê deng nemînin.

Dengê jinên êzidî dengê me hemûyan e, em wek şoreşa jinan piştgiryê didin jinên Şengal, Efganistan, Rojhilat û hemû jinên têkoşîna azadiyê didin meşandin.

Em bang li hemû jinên azadîxwaz, rewşenbîr, hunermend, têkoşer ên dilê wan ji azadiyê re lê dide bi hev re em dakevin qadan û bi hev re têkoşîna xwe em xurt bikin.”