Şaredariyên Dêrik û Çilaxayê civînên salane li dar xistin

Şaredariyên Dêrik û Çilaxayê di civînên xwe yên salane de xebatên salekê nirxandin û plansaziya sala 2026’an nîqaş kir.

13 mijdar, 2025   15:46
QAMIŞLO

Şaredariyên Gel ên bajarên Dêrik û Çilaxayê civînên xwe yên salane li dar xistin, xebatên xwe yên 2025’an nirxandin û plansaziyên sala 2026’an jî nîqaş kirin.

DÊRIK

Şaredariya Gel a Dêrikê ya kantona Cizîrê bi beşdariya şêniyan û endamên saziyên xizmetguzarî civîna xwe ya salane li Hola Çand û Hunerê ya Dîcleyê li dar xist.

Civînê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevîzyonek li ser xebatên şaredariyê yên sala 2025’an hat pêşandan.

Piştre rapora xebatên îsal ên şaredariyê hat xwendin. Li gorî di raporê de hatiye destnîşankirin, ji xebatên qîrkirina rêyan, vekirina garaca wesayîtên giran, sererastkirina parkan, ronîkirina rêyan, sererastkirina xetên avê û yên kanalîzasyonê hatine kirin.

Beşdaran daxwaz û pêşniyarên xwe yên der barê başkirina rewşa xizmetguzariyê de anîn ziman.

Di dawiya de plansaziya sala 2026’an û rêbazên pêkanîna wê hatin nîqaşkirin. Ji planên sala bê; rbiêxistinkirina taxan, sererastkirina rêyan û naverêyên zerardîtî, temamkirina xebatên ronîkirina taxan, zêdekirina hemleyên paqijkirinê.

ÇILAXA

Şaredariya Gel a Çilaxayê ya kantona Cizîrê jî civîna xwe ya salane li hola PYD’ê li dar xist. Di civînê de endamên şaredariyê, Daîreya Avê, nûnerên meclis, komîn, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Rêveber a Şaredariya Gel Hisên Îsa rapora xebatên îsal ên şaredariyê xwend. Di raporê de hate diyarkirin ku ji 15 xebatan, 10 bi temamî hatin pêkanîn, xebat li ser yekê dewam dike û 4 jî hîna pêk neanîne.

Xebatên hatine kirin; piraniya rêyên taxên bajarê Çilax hatin qîrkirin. Rêya Bab Hedîd-Sefa-rêya M4 bi dirêjahiya 7700 metreyî hat sererastkirin. Rêya gundên Qîro, Sewra û Girhiyuk ên başûrê Çilaxa hatin sererastkirin. Rêya Çilaxa-gundê Xerab Bajar hat qîrkirin. Bi tevkariya Nivîsgeha Jinan torên nû yên avê hatin danîn. Bîr li gundên Qîro û Sewra hatin kolandin. Li hin taxên bajar û gundên Zexîra û Şebek (Taxa Rojava) torên xetên kanalîzasyonê hatin danîn. 

Piştî xwendina raporê beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Hin şaredarî ji ber kêmasiyên ku di hin xebatan de hatine kirin, hatin rexnekirin û daxwaza derbaskirina kêmasiyan hatin kirin.

Di dawiyê de hevseroka Şaredariyê Cahîde Şemo bi navê şaredariyê rexnedayînê xwe anî ziman û anî ziman ku xebat ji bo derbaskirina şaştî û kêmasiyan dewam dike. Her wiha anî ziman ku dê pêdiviyên şêniyan bi cih bînin û rewşa xizmetguzariyê di sala bê baştir bikin.

(bb)

ANHA