Komxebata ′Rola civakî ya jinên eşîran′ bi dawî bû

Bi beşdariya 200 kesên li Reqayê bi beşdariya hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd, endamên Rêveberiya Xweser, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê û nivîsgehên jinan a partiyên siyasî komxebata ′Rola civakî ya jinên eşîran′ hate lidarxistin.

Komxebata ′Rola civakî ya jinên eşîran′ bi dawî bû
Komxebata ′Rola civakî ya jinên eşîran′ bi dawî bû
Komxebata ′Rola civakî ya jinên eşîran′ bi dawî bû
Komxebata ′Rola civakî ya jinên eşîran′ bi dawî bû
Komxebata ′Rola civakî ya jinên eşîran′ bi dawî bû
Komxebata ′Rola civakî ya jinên eşîran′ bi dawî bû
Komxebata ′Rola civakî ya jinên eşîran′ bi dawî bû
Komxebata ′Rola civakî ya jinên eşîran′ bi dawî bû
15 mijdar, 2023   19:48
REQA

Komxebat bi nîqaşkirina mijara yekemîn ji hêla endama rêvebera Meclisa Jin a Sûriyeyê ya Tebqayê Cuheyne Miso û mijara duyemîn ji hêla Sara El Sewaan a ji eşîra El Sebxe ve dewam kir.

Cuheyne Miso li ser rola civakî ya jinên eşîran axivî û wiha got: "Eşîran komek ji urfên eşîran ên der barê aliyên jiyanê de û piranî wan meyla xwe ber bi lihevanîn û parastina civakê ve ye, danîn. Şahidê vê jî zewaca ciwanan e û kesên ku li gorî urfên eşîrê tev negerin, li derveyî eşîrê tên dîtin û bi heqaretê tên cezakirin."

Cuheyne wiha domand: "Eşîrê jiyana demokratîk dimeşand û neket bin qanûnên dewletê. Lê urf, mezinên eşîrê datînin û parastina taybetmendiya wan dikin. Ev yek heta piştî 1953′yan man."

Sara Sewaan a ji eşîra Sebxe di mijara duyemîn a li ser rewşa jinan ji 1970 heta roja îro de diaxive got: "Jin berê bi rola xwe ya civakî di civakê de xwedî rol bûn, lê di pergala eşîrî de rola wê zêde bû û bi eşîrê ve girêdayî bû."

Sara wiha domand: "Jin di nebûna şêx de tev digerî û tiştê li ser mile wê dikir, adat û urfên mîna mêvandarî û lixwekirina cilên eşîran ên taybet diparast. Di şînê de jî cilên reş ên nîşaneya xemgîniyê li xwe dikir."

Sara bang girêdana bi adatan kir û wiha anî ziman: "Da ku em rola xwe ya pêşeng di civakê de pêk bînin û wekheviyê di navbera mêr û jinan de pêk bînin divê em bi şev û roj bixebitin. Rêya yekane ya azadiya jinan diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ ye."

Dûre beşdaran nêrînên xwe parvekirin. Her wiha nivîskar Şems Enter axivî û wiha got: "Em li ser rola jinan diaxivin, lê tevahî axaftin li ser eşîran bû. Qetilkirina ji bo şerefê hîna li gel eşîran heye û jin di eşîrê de ji mîrasê mehrûm e. Em jin divê hebûna xwe biparêzin, serbixwe bin."

Endama Nivîsgeha Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk Debîbe El Nasir axivî û wiha got: "Em dizanin tevahî eşîr dema keçek ji dayik dibe bedbîn dibe û wê bi jêdera şermê wesif dike. Nîşaneya vê yekê jî dema êrişek pêk tê, jinên eşîra têkçûyî tên sebîkirin. Di encamê de dema xort ji dayik dibin kêfxweş dibin. Ev hemû şêweyên tundiya li dijî jinan in."

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê Sîham Dawûd jî axivî û wiha got: "Em ji bîr nekirin yekemîn şêweyên jiyana civakî eşîr bû. Jiyana eşîrê çawa bû, rola jin di eşîrê de çawa bû. Em dizanin jin di wê demê de xwedî rola bingehîn di civakan de bûn. Divê em balê bikişînin ser dîroka koletiya jinê û çawa di avakirina civakê de hatin bikaranîn, paşguhkirin û ji jiyana civakî hatin bidûrxistin."

Bijîşka derûniyê ya ji Şamê Rend Ebdullah jî axivî û wiha got: "Ferzkirina zewacê yan jî berdêl ji qonaxên tundiya li dijî jinan in. Cureyên tundiya li dijî jinê gelek in; zewaca temenbiçûk, bikaranîn, sûcên şerefê. Gelo rola jina serdemê di vê demê de çi ye, çi pêk anî, çi kir, piştî DAIŞ′ê ji bo pêşketina jinê çi kirin."

Endama rêvebera Meclisa Jinan a Sûriyeyê Cuheyne Miso bersiva van pirsan da û got divê çareseriyek ji nexweşiyên civakî re mîna tundiya li dijî jinan were dîtin.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû. Encama rêvebera Meclisa Jinan a Sûriyeyê Weed Hafiz El Wecrî encamname xwend û wiha hate gotin: "Dem hatiye ku dîrok rola jina bi awayekî xurtkirin tevî şikandina bendên berê li ser wê hatine ferzkirin vegerîne. Ji ber ku ew bend li pêş pêşketina wê dibûn asteng. Divê rola wê ya civakî bê dayîn. Divê em balê bikişînin ser destkeftiyên jinê di şoreşê de, di malzaroka Şoreşa Rojava de, şoreşa jinê derket û bû destpêka bingehîn a rizgarkirina jinê ji civaka bavikslarî û rejîma dewletê. Bi wê re rola jinê ya pêşeng a di avakirina pergaleke civaka exlaqî de vegerî.

Bi rêya Şoreşa Rojava jinan mafên xwe nas kirin, têgehên klasîk, siyasî û civakî şikandin, mafên xwe yên wekhevî wergirtin. Derbasî tevahî mecalan bûn û ji wan qanûneke taybet a paratina mafên wan hate danîn. Jinê serkeftinên mezin tomar kirin, ji wan jî têkbirina DAIŞ′ê.

Divê em hevgirtî bin da ku ev krîzê derbas bikin. Jina bihêz dikare rewşên jiyanê yên dijwar tehemûl bike, hêza wê jî di pêkanîna berpirsiyariyên xwe li hember malbat, xebat û nava civakê de ye. Divê diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bibe diruşma tevahî jinên cîhanê."

(fr)

ANHA