2.Konferansa Yekitiya Karkeran a Minbicê hate lidarxistin

Rêxistinên civaka sivîl a Minbicê 2.Konferansa Yekitiya Karkeran li dar xist û di konferansê de li ser rêzikname dengdayînê çêbû, hevserokên nû hatin hilbijartin û bi encamnameyekê bi dawî bû.

2.Konferansa Yekitiya Karkeran a Minbicê hate lidarxistin
2.Konferansa Yekitiya Karkeran a Minbicê hate lidarxistin
2.Konferansa Yekitiya Karkeran a Minbicê hate lidarxistin
2.Konferansa Yekitiya Karkeran a Minbicê hate lidarxistin
2.Konferansa Yekitiya Karkeran a Minbicê hate lidarxistin
2.Konferansa Yekitiya Karkeran a Minbicê hate lidarxistin
2.Konferansa Yekitiya Karkeran a Minbicê hate lidarxistin
15 mijdar, 2023   19:10
MINBIC

Rêxistinên civaka sivîl a Minbicê 2.Konferansa Yekitiya Karkeran a Minbicê bi diruşma ′Bi felsefeya Rêber Apo em vîna xwe ya kedkar ava dikin′ li dar xist. Di konferansê de rewşa rêxistinî hate xwendin, rola Yekitiya Karkeran hate şîrovekirin û li ser rêziknameyê dengdayîn çêbû û hevserok hatin hilbijartin.

Di konferansê de endamên Yekitiya Karkeran a Minbicê, rêxistinên civaka sivîl xet, meclisên sivîl, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, yekitiya rêxistinên civaka sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Konferansa li hola Navenda Çandê û Hunerê ya bajêr hate lidarxistin.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û wiha got: "Beşa karkeran li cîhanê ya herî mezin e, beşa herî fedakariyê dike û hêzên desthilat ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî pêk bînin vê beşê bi kar tîne û piranî şoreş xwe dispêrin vê beşa têkoşer ku bi exlaqên xwe ve girêdayî ne."

Hiso bal kişand ser doza bingehîn a vê beşê ku vîna azad e û wiha domand: "Ji lew re ruxmî derfetên kêm û siyasetên li dijî vîna wan li her deverê pêk tên xwe bi xwe bi rêxistin dike. Lê avakirina yekitiyê mucîze û serkeftineke mezin e."

Xerîb Hiso wiha anî ziman: "Mezintirîn karkerê bi awayekî mezin tê dikoşe Rêber Abdullah Ocalan e, ji ber ku wî ji me re rê vekir ku li hev kom bibin û ev hemû çand û nirx bi hev re kom bibin. Wî hişt gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtî bin. Li gel wî tenê hêza çareseriyê ji hemû pirsgirêkan re heye, wî piştî ku karker ji hev cuda bûn li hev kom kirin."

Dûre hevseroka rêxistinên civaka sivîl a Minbicê Muna El Xelef perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin û wiha ne: "Şoreşê li Rojava dest pê kir, lewma divê ev şoreş were parastin û pêşxistin û ji ber ku şoreş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, ev nayê wê wateyê ku her tişt temam bûye, dê hêzên dij-şoreş her tiştî bikin ku vê şoreşê tesfiyek bikin û ji holê rakin."

Her wiha di perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan de wiha hate gotin: "Divê hêza şoreşger heta dawiyê bi pêngav û rêbazên afirîner şoreşê ji hemû aliyan ve biparêze. Divê gel û civak di her warî de jiyana xwe bi rêxistin bikin. Di vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ti kesî bi awayekî din nekarî hebûna bi rêbazeke din biparêze, ev jî ne vebijêrekek pêwîstiya neçarî ye."

Piştre hevseroka rêxistinên civaka sivîl a Minbicê Ebdo Mistefa axivî û wiha got: "Em ji vî cihî li ser navê karkeran êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me ku bandorê li tevahî civakê dike şermezar dikin."

Dûre rapora rêxistinî ya yekitiyê ya par hate xwendin, li kêlek wê jî reşnîvsa rêziknameyê hate xwendin û endaman li ser dengê xwe da. Piştre Asya El Ilêwî û Zekeriya Haron bo hevserokatiya Yekitiya Karkeran a Minbicê hatin hilbijartin û son xwarin.

Konferans bi gelek biryaran bi dawî bû:

Di tevahî civînên hundirîn û derve de ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were bang û parastina azadiya wî were kirin.

Li ser avakirina civakeke demokratîk-azad ku xwe dispêre azadiya jinan xebat were kirin.

Di tevahî sazî û saktorên giştî û taybet de parastina mafên karkeran were kirin.

Xebat li ser aktîfkirina sendoqa hevkariya karkeran li ser asta Yekitiya Karkeran a Minbicê were kirin.

Li ser zêdekirina endamên yekitiyê xebat were kirin.

Bi yekitiyên din re ku xebata yekitiyê were xurtkirin koordîna hebe.

Bi tevahî rêxistinên piştgiriya karkeran di pîşeyên wan de dikin hevkarî hebe.

(fr)

ANHA