Komkirina îmzeyan didome: Rêbertî rêya rizgarkirina gelan e

Li navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa yên kantona Cizîrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmze tên komkirin. Şêniyan got Rêber Abdullah Ocalan rêya rizgarkirina gelan ji zilmê ye.

Komkirina îmzeyan didome: Rêbertî rêya rizgarkirina gelan e
Komkirina îmzeyan didome: Rêbertî rêya rizgarkirina gelan e
Komkirina îmzeyan didome: Rêbertî rêya rizgarkirina gelan e
Komkirina îmzeyan didome: Rêbertî rêya rizgarkirina gelan e
Komkirina îmzeyan didome: Rêbertî rêya rizgarkirina gelan e
Komkirina îmzeyan didome: Rêbertî rêya rizgarkirina gelan e
Komkirina îmzeyan didome: Rêbertî rêya rizgarkirina gelan e
Komkirina îmzeyan didome: Rêbertî rêya rizgarkirina gelan e
27 sibat, 2024   14:52
QAMIŞLO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku Însiyatîfa Gel dabû destpêkirin, dewam dike.

Kampanyaya komkirina îmzeyan di roja xwe ya 8’an de li gundên bajarokê Kêşikê yê navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê dewam dike.

Komîteyên komkirina îmzeyan ji saetên sibeha îro ve li gundên bajarokê Kêşikê dest bi komkirina îmzeyan kir. Komkirin ji gundê Xirbê Cehwa yê başûrê bajarok dest pê kir.

Şêniyên gundê Xirbê Cehwa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe dan û got Rêber Abdullah Ocalan rêya xilasiya gelan li zilm û zordestiyê ye

 Li navçeya Tirbespiyê jî kampanya di roja xwe ya 9’an de dewam dike.

Komîteyên hevbeş ên ji komîn û meclisan pêk tên, îro li Til Marûfê ku piraniya niştecihên wê ji pêkhateya Ereb in, îmze kom kirin.

(ex)

ANHA