Malbata Barzaniyan şîrketa heqê wê herî biha ya parêzeran girt

Malbata Barzanî ji bo parastina xwe li Dadgeha Federal ya DYA’yê doz li dijî wan hatiye vekirin, şîrketa heqê wê herî biha ya parêzeran a bi navê Greenberg Traurig girtiye.

Malbata Barzaniyan şîrketa heqê wê herî biha ya parêzeran girt
27 sibat, 2024   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Tevda Press ragihand ku malbata Barzanî di doza li Dadgeha Federal a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) a li dijî wan de, bi ser neketiye û ji bo wê yekê jî serî li şîrketa parêzeran a bi navê Greenberg Traurig daye. Ev şîrketa parêzeriyê yek ji şîrketên heqê wan herî biha ye.

Di nûçeyê de tê hate diyarkirin ku şîrketa Greenberg Traurig, zêdetirî 2 hezar 750 parêzerên wê hene û ofîsên wê li welatên wekî Sîngapor, Çîn, Koreya Başûr, Polonya, Îmarat, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îtalya, Almanya, Brîtanya, Hollandayê hene.

Her wiha hate gotin hemû lobî û hewldanên Barzaniyan ên ji bo girtina doza li dijî wan bê encam mane û niha bi neçarî navê xwe li dadgehê tomar kirine û divê li dadgehê amade bin û li benda biryara dawîn a dadgehê bin.