Desteya Ciwan û Werzîşê tayînkirina kesan di Gerînendetiya Ciwanan de red kir

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê tayînkirina kesan di Gerînendetiya Ciwan û Werzîşê ya Parêzgeha Hesekê de red kir û destnîşan kir ku komîteya entegrasyonê destwerdana biryarên girêdayî avakirina gerînendetiyê kiriye û daxwaz ji parêzgarê Hesekê kir ku bi lez mijarê çareser bike.

Desteya Ciwan û Werzîşê tayînkirina kesan di Gerînendetiya Ciwanan de red kir
Desteya Ciwan û Werzîşê tayînkirina kesan di Gerînendetiya Ciwanan de red kir
Desteya Ciwan û Werzîşê tayînkirina kesan di Gerînendetiya Ciwanan de red kir
Desteya Ciwan û Werzîşê tayînkirina kesan di Gerînendetiya Ciwanan de red kir
Desteya Ciwan û Werzîşê tayînkirina kesan di Gerînendetiya Ciwanan de red kir
21 cotmeh, 2026   14:43
QAMIŞLO

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê li pêşiya navenda Yekitiya Werzîşê ya li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê mekanîzmaya hilbijartina navan ji bo xebata di Gerînendetiya Ciwan û Werzîşê ya li Parêzgeha Hesekê de rexne kir û da zanîn ku wan amadekarî û rêkarên pêwîst di çarçoveya Peymana 29`ê Çileyê de pêk anîne, lîsteya navan jî pêşkêş kiriye.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla endama desteyê Sîma Elî û bi zimanê erebî ji aliyê endamê desteyê Xoşnav Ebdulrezaq Hesen ve, bi amadebûna endamên desteyê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew wek deste ji destpêka Peymana 29`ê Çileyê ve, tevahiya hewldanên xwe ji bo serxistina pevajoyê dikin, li ser vê bingehê, ew ji rojên destpêkê ve ketine nava amadekariyên temamkirina kar û barên entegrekirina desteyê, bi hêvî û xwesteka ku ev peyman, nirxên gel bên parastin, bi awayekî serkeftî bi encam bibe û hate gotin: “Me amadekariyên pêwîst bi cih anîne, lîsteya navên rêveberî û endamên berbijêr, ji komîteya entegrasyonê re pêşkeş kirine, li gor pêwîstiyan di lîsteyê de guhertinên lazim jî hatin kirin. Lê mixabin em li ser medyaya dijîtal fêr bûn ku bêyî berçavgirtina lîste û avaniya desteya me, wezîfedarî hatine kirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Tevî hevdîtinên berfireh bi rêzdar parêzgarê Hesekê û komîteya entegrasyonê re, guhertin çênebûn, lê dîsa jî em bi sebir û berpirsyarî nêz bûn, ji bo ku bigihêjin rêyeke çareseriyê. Me her dem serî li danûstendineke erênî daye, di encama hevdîtinan de diyar bûye ku ji aliyê komîteya entegrasyonê ve, mûdaxele li ser îradeya avanîya desteya me hatiye kirin, ev xeletiyê çêbûyî ji aliyê komîteyê ve nehatiye înkar kirin. ji derveyî lîsteya me, 2 caran lîste hatine amedekirin û pêşkeş kirin, bê agahî, ji derveyî avaniya saziya me, bi gelek kesan re hevdîtin çêbûne û navê wan ji hikûmeta Şamê re hatine şandin. Ev tev bi navê komîteya entegrasyonê hatine kirin û giştî komîte jê berpirsyare.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku aşkereye ku ev kiryar îradeya ciwanan û werzîşvanên herêmê esas nagire, pîvanên xisûsiyeta herêmê û desteyê jî nehatine esas girtin, heta berjewendiyên dewletê jî nehatine fikirîn, ji derveyî berjewendiyên hin kesayetan û binpêkirina îradeya werzişvan û ciwanan, tu armanceke din yê vê kiryarê nîne, ev kareke dûrî berpirsyariyê ye, bê rêzî û ferz kirina îradeyê ye.

Daxuyanî bi van gotinan hat bidawîkirin: “Divê bê zanîn ev bêrêzî ne tenê li beramber Desteya Ciwan û Werzîşê ye, li hember nirx û deskeftiyên gelê me tevahî ye, em bang li rêzdar parêzgarê Hesekê dikin, rê li ber vê şermezariyê bigire, sererastiyên pêwîst bike û rê nede ku hin kes ji bo berjewandiyên xwe zirarê bidin pêvajoyê. Em van nêzîkatiyan berevajî naveroka peymanê û wek hewldaneke têkdanê dibînin, ji niha û şûnde em ê têkoşîn û helwesta xwe ya demokratîk zêde bikin, em ê ji bo parstina îrade, ked û tecrubeyên xwe seferber bibin.”

(sb)

ANHA