Komîteya Çandinî û Avdanê ya Dêrazorê 5 jenerator li koperatîfan belav kir

Komîteya Çandinî û Avdanê ya rojhilatê Dêrazorê bi armanca avdana zeviyan, 5 jenerator li koperatîfên çandiniyê belav kirin.

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Dêrazorê 5 jenerator li koperatîfan belav kir
Komîteya Çandinî û Avdanê ya Dêrazorê 5 jenerator li koperatîfan belav kir
Komîteya Çandinî û Avdanê ya Dêrazorê 5 jenerator li koperatîfan belav kir
Komîteya Çandinî û Avdanê ya Dêrazorê 5 jenerator li koperatîfan belav kir
Komîteya Çandinî û Avdanê ya Dêrazorê 5 jenerator li koperatîfan belav kir
30 cotmeh 2023   17:57
DÊRAZOR

Piştî bidawîkirina xebatên sererastkirina hilmijên Xabûrê ji aliyê Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêwîstî bû ku ji koperastîfên çandiniyê hilmijên avdanê bê peydakirin.

Li ser wê esasê, Komîteya Çandinî û Avdanê ya rojhilatê Dêrazorê 5 jeneratorên kehrebeyê ji 5 koperatîfan re; Heciye, Hidawî, Semaa û Cerzî belav kirin.

Li gor komîteyê, hêza avdanê ya van jeneratoran gelek mezin e û her jeneratorek bi qasî 5 jeneratorên çandiniyên yên din in.

(şx)

ANHA