Li Hesekê li ser pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan panelek hate lidarxistin

Meclisa Jin a PYD′ê di çarçoveya piştgiriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bi diruşma ′Azadiya Rêbertî misogeriya azadiya jin û civaka demokratîk e′  li Hesekê panelek li dar xist.

Li Hesekê li ser pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan panelek hate lidarxistin
Li Hesekê li ser pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan panelek hate lidarxistin
Li Hesekê li ser pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan panelek hate lidarxistin
Li Hesekê li ser pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan panelek hate lidarxistin
Li Hesekê li ser pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan panelek hate lidarxistin
Li Hesekê li ser pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan panelek hate lidarxistin
23 kanûn, 2023   20:59
HESEKÊ

Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya piştgiriya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bi diruşma ′Azadiya Rêbertî misogeriya azadiya jin û civaka demokratîk e′ li hola PYD′ê ya li taxa Kebaba ya Hesekê panelek li dar xist.

Di panelê de endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên jinan beşdar bûn. Axaftina destpêkê ji hêla endama Meclisa Giştî ya PYD′ê Ahîn Elî bû. Di panelê de 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin.

Ahînê bixêrhatina hemû beşdaran kir û dûre behsa rewşa jinan di civakê de di tevahî deman û heta roja îro kir. Piştre endama rêvebera Jineolojiya ya kantona Hesekê Elya Osman ′jiyana wekhev a demokratîk′ şîrove kir. Elya di axaftina xwe de li ser jiyana wekhev, pirsgirêkên tê de çêdibin û neyêniyên wê yên bi awayekî giştî, çawa ev jiyan were çareserkirin, û jiyaneke li gorî Rêber Abdullah Ocalan behs dike axivî.

Di mijara duyemîn de jî li ser binesaziya qanûnî û neteweya demokratîk hate behskirin. Endama hevserokatiya Yekitiya Parêzeran parêzer Beşîra Cemaledîn şîrove kir. Beşîra bi awayekî hûrgilî li ser binesaziya qanûnî ya di destûrî heyî de û çawaniya pêkanîna wê axivî. Her wiha Beşîra li ser Rêbertî û komploya navneteweyî ya rejîmên destpot pêk anîne nîqaş kir.

Beşîra li ser zihniyeta bavikslariyê axivî û piştre bi nîqaşên beşdaran û pêşniyarkirina fikir û nêrînên xwe panel bi dawî bû.

(fr)

ANHA