Komîseriya Hilbijartinan: Komîseriyên kantonan di dema guncaw de dikarin hilbijartinan bikin
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan rê da komîseriyên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di wexta guncaw de bi koordîneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, hilbijartinên şaredariyan li dar bixin.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara bi hejmar 7’an a têkildarî diyarkirina dema lidarxistina hilbijartinên şaredariyan derxist.
Di biryarê de wiha hatiye gotin: “Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê dide komîseriyên din ên hilbijartinan ên kantonên herêmê ku li gorî dema guncaw dibînin, bi koordîneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, hilbijartinên şaredariyan li dar bixin."
(şx)