Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
5 îlon, 2024   12:10
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpa, Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Îmraliyê dan. 

 Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyete dan.

 HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN

 Piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin.

 BIRYRA QEDEXEYA DOMDAR

Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya Rewşa Awarte (OHAL) a di tîrmeha 2016’an de berdewam kir û ev yek heta sibata 2018’an domiya. Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran piştî vê dîrokê her 6 mehan carekê hate dubarekirin û heta îro didome. Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3’yê gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin.

 Bi biryara dawî re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hate dayin.