Komên çete bi tang û topan êrişî Şêxmeqsud dikin 

Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk destekê dide wan, bi tang û topan êrişî taxa Şêxmeqsud dikin. Hêzên Ewlekariyê bersiv didin çeteyan.  

Komên çete bi tang û topan êrişî Şêxmeqsud dikin 
9 ÇILE, 2026   18:41
HELEB

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê diyar kir ku komên çete, di van kêliyan de bi top, tang û çekên giran êrişî Şêxmeqsud dikin. 

Navendê destnîşan kir ku hêzên wan jî bi dijwarî bersiva çeteyan didin û pevçûn didomin.