Li Serêkaniyê nêzî 300 kes jehrî bûne

Nêzî 300 kesên jehrî bûne, di nav de rewşên giran hene, gihîştin Nexweşxaneya Serêkaniyê. Lê heta niha sedem ne diyar in.

Li Serêkaniyê nêzî 300 kes jehrî bûne
14 mijdar, 2026   19:47
HESEKÊ

Çavkaniyên tibî ji hundirê Nexweşxaneya Serêkaniyê daxuyand ku nêzî 300 rewşên jehrîbûnê di nav de rewşên giran hene, gihîştine nexweşxaneyê. Testên laboratuwarê tên kirin ku sedem werin diyarkirin, lê gumanên destpêkê li ser ava vexwarinê ne.

Çavkaniyan diyar kir ku test ji avê hatin birin ku werin analîzekirin, lê hîna jêdera jehrîbûnê krîtî nebûye û li benda encaman in.

Girêdayî mijarê, Komeleya “Rufqen Bîne” hişyarî da şêniyan ku kuvarkên bejahiyê nexin û bang kir ku cureyên jêdera wan nenas berhev nekin.

(f)