Komeke din a koçberên ji kampa El Erîşa derket

Di çarçoveya bernameya vegera xwebexş de ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatiye destpêkirin,62  malbat ji kampa El Erîşa ya li başûrê Hesekê ber bi herêmên xwe yên li Dêrazorê ve derketin.

4 hezîran, 2025   14:12
HESEKÊ

Di çarçoveya bernameya ji bo hêsankirina vegera xwebexş a koçberan de ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Nûnertiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) pêk tê, komeke din a koçberan duh ji kampa El Erîşa ya li başûrê bajarê Hesekê derket û ber bi Dêrazorê ve çû. 

JI DESTPÊKA SALÊ VE 11 KOM DERKETIN

Li gorî rêveberiya kampê, ev kom ji 62 malbatan (311 kes) pêk tê. Ji destpka sala 2025`an ve 11 kom ji kampê derketin.

Rêveberiya kampê diyar kir ku veger bi dilxwazî ​​pêk tê, ji bo vegerê jî kar û barên fermî têne temamkirin û ji bo vegera ewle jî alavên veguhastinê têne peydakirin.

Di çend mehên borî de gelek malbatên ji Hums, Şam, Hema û Idlibê ji kampê derketibûn.

Li kampê hîna jî nêzîkî 11 hezar koçber dijîn, piranîya wan ji deverên rojhilatê Sûrîyeyê ne ku ji ber şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê yan jî ji ber şert û mercên ewlehî û mirovî koçber bûne.

(k)

ANHA