Hevserokên DEM Partiyê serdana CHP’ê kirin

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel.

Hevserokên DEM Partiyê serdana CHP’ê kirin
11 îlon, 2025   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li bajarê Tirkiyê a Stenbolê çûn serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel.

Hevserokên Giştî, tevî endamên MYK’ê û rêveberên rêxistina bajar a Stenbolê çûn avahiya rêxistina CHP’a Stenbolê ya berê ku niha ji hêla Ozel ve weke ofîsa xebatê tê bikaranîn.

Şandeya DEM Partiyê ji hêla Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, Cîgirê Serokê Giştî Gokhan Gunaydin, Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir, Wekîlê CHP’ê Tahsînca Becan û Serokê CHP’a Stenbolê Ozgur Çelîk ve li ber derî hate pêşwazîkirin.