Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18 wesayitên agirkujiyê çû peravê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karwaneke piştgiriyê ku ji 150 xebatkarên agirkujiyê û 18 wesayîtên agirkujiyê û alavên din, ji bo piştgiriya xebatên vemirandina şewatên daristanan, şand herêma peravê.

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18 wesayitên agirkujiyê çû peravê
9 tîrmeh, 2025   14:01
TEBQA

Îro danê sibehê karwanê piştgiriyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate amadekirin, ber bi deverên peravê ve bi rê ket.

Karwan ji 150 xebatkarên agirkujiyê yên der barê vemirandina agirên mezin de hatine perwerdekirin û her wiha 18 wesayîtên agirkujiyê pêk tê.

Bi karwanê re her wiha 2 ambulans tevî ekîbên xwe, 2 tankerên sotemeniyê, 2 buldozer û hejmareke wesayîtên xizmetê û alavên endezyariyê yên ku ji bo xebatên agirkujiyê û piştgiriya lojîstîk hewce ne, hene.

Ji 3`yê Tîrmehê vir ve agir bi daristanên deverên peravê yên Sûriyeyê ketiye, heta niha zêdetirî 14 hezar hektar şewitandiye. Hewldan û xebatên hevbeş ên xwecih û herêmî yên ji bo kontrolkirina agir û parastina jiyana bi sed hezaran kesan berdewam in.