Dewleta Tirk bombe li gundên Başûrê Kurdistanê barandin

Hate ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Amêdiyê ya Başûrê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk bombe li gundên Başûrê Kurdistanê barandin
14 nîsan, 2024   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahî ji herêmê wergirtine, beriya demek kurt balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, gundê Guherzê û Bilava yên girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê bombebaran kirine.

 Derbarê ziyanan de agahî nehatin dayîn.  Tê gotin liv û tevgera balafiran ya li ser herêmê dewam dike.

Duh bi şev jî her du gund ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûm bombebarankirin.

ANHA