Klîpa ʹStranên Jiyanê ’derket
Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê klîpa ʹStranên Jiyanê’derxist.
Di şahiya ragihandina klîpê de nûnerên ji Desteya Çand û Hunerê, Rêveberiya Xweser, Meclisa Rêveber a Kantona Reqa, Partiyên siyasî, Meclisa Malbatên Şehîdan, hunermendên beşdar û xelkê kantonê beşdar bûn.
Desteya Çand û Hunerê ev klîpa ku ji 75 hunermend, fenî û berhemdar ku bi giştî 125 kesên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan û Ermenî pêk tê, amade kiribû.
Ev klîp tervahî çandên gelên li Sûriyeyê nîşan dide, her wiha tê de peyamên banga jiyana hevbeş, dûrketina ji mezhebî û xurtkirina ewlehiya şêniyan dikin hene.
Di şahiyê de hevserokê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef Fehed axivî û got: "Çand peyama hezkirinê, biratiya bêsînor e. Stran balyozê herî lez a çandê ye."
Dûre yek ji beşdarên amadekirina klîpê Bêkes Darî serbilindiya bi vê xebata hunerî anî ziman û got: "Xebat bi karîn û hêzên xweber pêk hat."
Di şahiyê de kurtefilma li ser amadekirina klîpê hat pêşandan û şahî bi dayîna kulîlkan li amadekarên vê xebatê û çavdêran bi dawî bû.
(fr)