Karê kolektîf li Tirbespiyê encamdar e
Komînên li bajarê Tirbesiyê bi awayekî bi şaredariyan re xebitîn, ji şêniyan re gelek xebatên xizmetguzariyê mîna av, kehrebe û çandiniyê pêşkêş kirin.

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana komînal ji xwe re kiriye bingeh, ji bo ku kar û barên xwe bimeşînin û ji bajar û gundên xwe re xizmetê bikin. Komîn, zemîna sazûmaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê ye û piştgiriya projeyên wê dike.
Li bajarê Tirbespiyê ev rêbaza jiyanê encamdar bû. Ji ber wê bang tê kirin ku karê komînal berfirehtir bibe.
PIŞTÎ XEBATEKE KOMÎNAL PEYDAKIRINA AVÊ JI GELEK GUNDAN RE
Şêniyên gundê Heso Rela yê başûrê bajarê Tirbespiyê û yê girêdayî Şaredariya Gel a bajarokê Meşûq e, di vê dawiyê de di peydakirina avê de gelek zehmetî kişandin. Ji ber wê komîteya xizmetguzariyê ya Komîna Şehîd Ezîz a gund, bi koordîneya Şaredariya Gel a bajarokê Meşûq torên avê ji bîrê kişandin û li gund bi cih kirin.
Vê xebatê av ji 150 malên gund re peyda kir. Hem şênî hem şaredarî hem jî Gerînendetiya Avê ya Tirbespiyê lêçûna vê xebatê ku 4 milyon û 500 hezar e, li hev parve kir.
Endamê Komîteya Xizmetguzariyê ya Komîna Şehîd Ezîz Feysel Elî El Heco destnîşan kir ku xebatên mîna vê encamdar in û da zanîn ku pirsgirêka avê ya li gund bi hevkariya şaredariyê çareser bû û her kes bi awayekî komînal kar kir.
Şêniyên gundê Bişriye yê başûrê Tirbespiyê û yê girêdayî Şaredariya Gel a bajarokê Meşûq jî bi koordîneya şaredariyê dest bi sererastkirina depoya gundê xwe kir û av ji 110 malan re peyda kir.
Li gundên Til Xatûn û Ewtlecê yê bakurê bajarê Tirbespiyê şênî 15 rojan bê av man, ji ber ku xetasa li ser bîra her du gundan rawestiya. Lê şêniyên her du gundan bi awayekî komînal xetaseke nû bi hezar û 300 dolarî kirî û şaredariyê jî wesayît û amûrên pêwîst ji bo bicihkirina xetasê pêşkêş kir. Vê xebatê av ji 22 malên din re peyda kir.
Endamê rêveber ê Şaredariya Gel a bajarokê Meşûq Xalib Dawûd got: "Em piştgiriya projeyên komînal dikin. Ev kar ji xebatên me yên bingehîn e."
Dawûd wiha domand: "Me gelek proje temam kirin. Hîna xebatên me di projeyên din de berdewam in. Mînak em bîrekê li gundê Kerdîm li nêzî dibistana gund bi hevkariya Navenda Perwerdeyê û şêniyan dikolin. Em dixwazin avê ji dibistanê û malên nêzî wê re peyda bikin. Projeyeke din a komînal heye ku bîrek li navenda bajarokê Meşûq bi hevkariya şêniyan bikolin."
Li kêleka çareserkirina pirsgirêkên avê, Şaredariya Gel bi hevkariya şêniyên gundên Bela Ebas û Nebûa yê başûrê bajarê Tirbespiyê hewl didin pirekê di navbera her du gundan de û yeke din di navbera gundê Mizgeft û gundê Xezîmok ên bakurê bajarê Tirbespiyê de ava bikin.
RONÎKIRINA GUNDÊ TIL ŞIÎR
Li gundê Til Şiîr ê rojavayê Tirbespiyê û yê girêdayî şaredariya bajarokê Hilwe şêniyan bi awayekî komînal, rêya gundê xwe bi lambeyên bi enerjiya tavê dixebitin, ronî kir.
Çaverê ye ku gundên din ên bajarokê Hilwe mîna gundê Til Şîîr bikin, rêyên xwe ronî bikin û ji gundiyan re xebatan pêşkêş bikin.
(şx)
ANHA