Nûnerê Rûsyayê: Hêzên Rûsyayê li Sûriyeyê di pozîsyona xwe de ne

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê yê li NY’yê ragihand ku hêzên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê neguherîne û di pozîsyona xwe ya niha de ne. Her wiha da zanîn ku Moskov bi rayedarên Şamê re di nava têkiliyan de ye.

Nûnerê Rûsyayê: Hêzên Rûsyayê li Sûriyeyê di pozîsyona xwe de ne
19 nîsan, 2025   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Novosti ya Rûsyayê, nûnerê daîmî yê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasily Nebenzia ragihand ku hêzên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê neguherîne û di pozîsyona xwe ya niha de dimînin.

Vasily Nebenzia diyar kir ku der barê hebûna leşkerên Rûs li Sûriyeyê de dan û standinên domdar di navbera Rûsya û desthilata Şamê de hene.

Nebenzia her wiha anî ziman ku hêzên leşkerî yên Rûsyayê yên li Sûriyeyê her tim li wir in û got: "Em bi sûriyeyî û bi hikumeta heyî ya Sûriyeyê re diaxivin."

Nebenzia destnîşan kir ku peywendî di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê desthilata Şamê de hene û ev tişt anî ziman: "Wekî hûn dizanin nûnerê me yê taybet serdana Sûriyeyê kir û serok Vladimîr Pûtîn bi serokê Sûriyeyê Ehmed El Şerî re axivî."

Berdevkê Serokkomariya Rûsyayê Dmitriy Peskov jî gotibû ku Rûsya bi xurtkirina têkiliyên xwe yên bi hikumeta Şamê re eleqedar e.

Peskov diyar kiribû ku Rûsya diyaloga xwe ya bi aliyên çalak ên li herêmê re didomîne û gotibû: "Em dixwazin Sûriye yekitî û yekparebûna axa xwe biparêze."

(bb)