HRRK'ê kesên hêjayî ’Xelata Afirandinê’ hatin dîtin aşkere kirin

HRRK‘ê ragihand ku ’Xelata Afirandinê ya sala 2023’yan’ ji Sefqan Orkeş û Mehmûd Berazî re hatiye dayîn.

HRRK'ê kesên hêjayî ’Xelata Afirandinê’ hatin dîtin aşkere kirin
4 ÇILE, 2024   16:47
QAMIŞLO

Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji bo kesên ku hêjayî ’Xelata Afrîndeyê ya 2023’yan’ hatine dîtin,  li avahiya xwe ya li taxa Siyahî ya li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da çapemeniyê.  Daxuyanî bi amadebûna rewşenbîr, hunermed û wêjevan ji aliyê endamên HRRK’ê Kemal Necim û Helîme Xelîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku HRRK’ê di kongreya xwe ya 5’emîn de ku li bajarê Qamişloyê li dar xistibû, biryar da ku her sal ’Xeleta HRRK’ê ya Afirandinê’ pêşkêşî dahêner û afirênerekî Kurd bike.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin:  "Di sala 2018’ê de xelata HRRK’ê ya afirandinê bi sponseriya Ekremê Gemo, şêwekarê Kurd Zuhêr Hesîb wergirt. Di sala 2019’ê de bi sponseriya Kamîranê Hewran Reşîd Sofî û Mihemed Elî Şakir xelat wergirtin. Her wisa di sala 2020’î de bi sponseriya Enstîtûya Kurdî ya Brûkselê Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat xelat wergirtin. Di sala 2021’ê de bi alîkarî û sponsoriya karsazê Kurd Îbrahîm Şakir, Konê Reş û Salihê Heydo xelat wergirtin. Di sala 2022’ê jî bi sponsoriya Doktor Ehmed Ebdo xelata HRRK’ê bû para Mizgîn Tahir û Berzo Mehmûd."

 Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mûzîkjenê Mehmûd Berazî û hunermend behremend Sefqan Orkêş hêjayî xelata afrîneriyê ya HRRK’ê hatin dîtin.

Her wiha hate diyarkirin ku  xelata sala 2023’yan bi sponseriya doktor Mihemed Elî Ebdê (Doktor Memo) ve hat dayîn.

Çav li rê ye ku ji bo kesên xelat wergirtine,  dê di demeke bê de şahiyek were lidarxistin.

ANHA