Di çalakiya Eyn Îsayê de: Em ê li hember dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin

Çalakiya Eyn Îsayê bi beşdariya girseya gel û teqeziya li ser berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê bi dawî bû.

Di çalakiya Eyn Îsayê de: Em ê li hember dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin
Di çalakiya Eyn Îsayê de: Em ê li hember dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin
Di çalakiya Eyn Îsayê de: Em ê li hember dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin
Di çalakiya Eyn Îsayê de: Em ê li hember dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin
Di çalakiya Eyn Îsayê de: Em ê li hember dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin
Di çalakiya Eyn Îsayê de: Em ê li hember dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin
Di çalakiya Eyn Îsayê de: Em ê li hember dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin
Di çalakiya Eyn Îsayê de: Em ê li hember dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin
Di çalakiya Eyn Îsayê de: Em ê li hember dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin
4 ÇILE, 2024   16:44
EYN ÎSA

Çalakiya Eyn Îsayê ku li Parka Jin a li bajêr hatibû lidarxistin piştî 2 rojan bi dawî bû. Girseya gel ji koçberên Girê Spî, xelkê Eyn Îsayê, şandeya Partiya Sûriya Pêşerojê û şandeyên ji kantona Firatê beşdar bûn.

Di roja duyemîn û ya dawî ya çalakiyê de hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Girê Spî Sebrî Nebo axivî û got gelê Sûriyeyî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xaka xwe ve girêdayî ye û di vê yekê de bi israr e.

Koçbera ji bajarokê Silokê yê dagirkirî Xense El Berho axivî û wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê îsrara me ya berxwedanê zêde dikin."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Girê Spî Mehmûd El Hecî bêdengya navneteweyî li hember êrişên dagirkerî û çeteyên wê yên li ser herêmê şermezar kirin.

Her wiha endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Firatê Gedîm Îdan axivî û wiha got: "Gelên Sûriyeyê berxwedêr in û dê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî têkoşînê dewam bikin."

Di dawiyê de endama Kongra Star a Girê Spî Ruqeye Mihemed axivî û got çalakiyên berxwedanê dewam dikin, vî gelî di oxira parastina herêmê û îstîqrara wê de dûrî destwerdanên derve û siyasetên wê yên qirêj bi hezaran şehîd dan.

(fr)

ANHA