Ji konê sersaxiyê yê şehîdên HRE’yê: Em ê rêya şehîdan bişopînin

Şêniyên kantona Efrîn -Şehba sersaxî da malbatên şehîdên HRE’yê Dilsoz Reco û Çekdar Kobanê û gotin dê li ser şopa şehîdan bimeşin.

1 tebax 2024   14:01
ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê sersaxî ji malbata şehîdên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Dilsoz Reco û Çekdar Kobanê re xwest. Konê sersaxiyê li pêşiya navenda Meclisa Malbata Şehîdan a Kantona Efrîn- Şehba li gundê Til Qirahê hate vedan. Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbata Şehîdan a Kantona Efrîn- Şehba Osman Ebdo sersaxî da tevahî gelê Kurd û Kurdistanê û wiha got: "Şehîdan erka li ser milê xwe pêk anî. Niha erk ket li ser milê me. Em soz didin em ê erka li ser milê xwe pêk bînin û heya ji me bê xwestin em ê çek rakin û li hemberî dijmin şer bikin. Em soz didin şehîdên xwe ku em şopdarê rêya wan bin."

Her wiha endama Meclisa Bajarokê Til Rifetê Silvana Hisên axivî û wiha got: "Dijmin ji Hêzêm Rizgariya Efrînê ditirese. Em  zarokên Efrînê me zincîra koletiyê û desthildariyê qetandiye. Em ê têkoşîn mezin bikin û li ber xwe bidin heya em Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî rizgar dikin."

Li ser navê malbata şehîd Çekdar Kobanê, xwişka wî Zane Efrîn axivî û destnîşan kir ku ew ê ji bo rizgarkirina herêmê dagirkirî têkoşîn bikin û got: "Erka me girantir bûye. Em tola hevalên xwe jî hilîn. Em soza xwe nû dikim, em  şopdarên ya rêhevalên xwe ne."

Merasîm bi siloganên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

Şervanên HRE’yê Dilsoz Reco (Mihemed Şêx Dada) di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê û Çekdar Kobanê (Xebat Îbrahîm) di encama nexweşiyekê de, 29’ê Tîrmehê şehîd bûn.

(zş/bb)

ANHA