Kêmbûna mazotê li Dirbêsiyê bûye sedema kêmbûna nan

Kêmbûna mazotê li bajarê Dirbêsiyê bûye sedema derengketina gihîştina ard bo nanpêjxaneyan û kêmbûna nan. Şêniyan xwest ard were depokirin, ji bo ku her tim peyda bibe.

Kêmbûna mazotê li Dirbêsiyê bûye sedema kêmbûna nan
Kêmbûna mazotê li Dirbêsiyê bûye sedema kêmbûna nan
Kêmbûna mazotê li Dirbêsiyê bûye sedema kêmbûna nan
Kêmbûna mazotê li Dirbêsiyê bûye sedema kêmbûna nan
Kêmbûna mazotê li Dirbêsiyê bûye sedema kêmbûna nan
4 tebax, 2026   07:52
HESEKÊ

Bandorên krîza kêmbûna mazotê li bajarê Dirbêsiyê berdewam dikin. Jeneratorên elektrîkê bi navber hatine rawestandin, her wiha çêkirina nan jî kêm bûye.

Li gorî rêveberiya nanpêjxaneya bajêr, hem nanpêjxaneyên giştî û hem jî yên taybet nêzîkî hefteyekê ye ku ji ber derengketina gihîştina ard zehmetiyan dikişînin. Kêmbûna mazotê ya ku ji bo xebitandina aşxaneyan hewce ye, dibe sedema derengketina ard û carinan jî dibe sedema  girtina tevahî ya firneyan.

Rêveberiyê xwest ard were depokirin da ku di rewşên awarte de an jî dema ku dereng dimîne, karê nanpêjxaneyan berdewam bike.

Çavkaniyeke ji Komîteya Sotemeniyê ya Dirbêsiyê diyar kir ku herêma Cizîrê rojane 59 tankerên mazotê werdigirt da ku pêdiviyên sektorên cuda bi cih bîne, lê niha rojane tenê 16 tanker tên bajêr.

Çavkaniyê diyar kir ku para bajarê Dirbêsiyê 2 rojan carekê ji yek tankerê derbas nabe, ev mîqdar ji bo pêkanîna pêdiviyên bajêr ji bo benzînxane û jeneratoran, her wiha pêdiviyên sektorên giştî û taybet, ne bes e. Ev rasterast bandorê li xebitandina aşxane û nanpêjxaneyan dike.

Vê krîzê bandor li şêniyên gundên derdorê jî kiriye. Dema ku nanpêjxaneyên gundên wan naxebitin, şênî neçar in ku ji bo bidestxistina nan biçin bajarê Dirbêsiyê. Lê ew carinan ji ber kêmbûna ard di nanpêjxaneyên bajêr de jî nikarin nan peyda bikin.

(k)

ANHA