Parêzgarê Hesekê: Karaseta Şengalê bîranîneke zindî di wijdanê mirovahiyê de ye

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed di peyama xwe ya bi boneya salvegera komkujiya Şengalê de got anî ziman ku karaseta Şengalê bîranîneke zindî di wijdanê mirovaniyê de ye.

Parêzgarê Hesekê: Karaseta Şengalê bîranîneke zindî di wijdanê mirovahiyê de ye
3 tebax, 2026   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê endazyar Nûredîn Ehmed bi boneya salvegera 12‘an a komkujiya Şengalê peyamek li ser hesabê xwe yê X‘ê parve kir û got: "12 sal di ser karasta Şengalê re derbas bûn. Lê ev karast ne tenê rojek di dîrokê de ye, bîranînek zindî di wijdana mirovahiyê de.

Em bi rêz xwe li ber êş, sebir û berxwedana gelê me yê Êzidî ditewînin. Bîranîna cangoriyan, parastina maf û rûmeta qurbaniyan erka me ya mirovî ye."

(bb)