KCK’ê ji bo koça dawîn a Şêx Mihemed Îshaq Feyaz peyamek belav kir

KCK‘ê ji bo koça dawîn a Şêx Mihemed Îshaq Feyaz peyameke sersaxiyê belav kir. KCK’ê diyar kir ku Şêx Feyaz yek ji stûnên sereke yên Medreseya Zanistî ya Necefê  bû û tevahiya temenê xwe di xizmeta ol, zanist û civakê de derbas kiriye.

KCK’ê ji bo koça dawîn a Şêx Mihemed Îshaq Feyaz peyamek belav kir
5 hezîran, 2026   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Têkiliyên Derve ya Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) KCK’ê, têkildarî koça dawî ya merceyê bilind ê olî Şêx Mihemed Îshaq Feyaz peyameke sersaxiyê weşand.

KCK’ê di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya kesayetiya Şêx Mihemed û wiha hate  gotin: “Koça dawîn a vî kesayetiya mezin a zanistî û olî, ji bo Medreseya Zanistî ya Necefa Eşref û tevahiya ummeta Îslamê windahiyeke mezin e. Ev yek ji ber cihê wî yê diyar a olî û mîrata wî ya dewlemend a fikrî ye. Ev mîrat wê wekî meşaleyekê ji bo nifşên pêşerojê yên zanyar û xwendekarên zanistên olî bimîne.

Di dewama peyamê de, Şêx Mihemed wekî ‘minareya piralî ya naskirinê, dengê hîkmet û nermbûnê’ hate pênasekirin û hate gotin ku ew yek ji stûnên bingehîn ên Hewzeya Zanistî ya Necefê bû ku jiyana xwe ji bo xizmetkirina ol, zanist û civakê xerc kiribû.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di dawiya peyama xwe de, sersaxî ji Medreseya Zanistî ya Necefê, malbat, şagirt û hezkiriyên wî re xwest.