Di êrişên Rûsyayê de 3 kes mirin, Zelensky daxwaza hevdîtina bi Pûtîn re kir

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam dike. Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky banga xwe ji bo agirbestê û hevdîtineke rasterast a bi Vladimîr Pûtîn re nû kir.

Di êrişên Rûsyayê de 3 kes mirin, Zelensky daxwaza hevdîtina bi Pûtîn re kir
5 hezîran, 2026   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku di êrişên Rûsyayê yên ji duh êvarî heya berbanga îro de 3 kes hatine kuştin. Artêşa Ukraynayê diyar kir ku Rûsyayê 2 mûşek û 216 dronên dûr-menzîl avêtine û da zanîn ku ku wan 198 ji wan xistine xwarê.

Li gorî rayedaran, ji ber êrişên dron û topan li herêma Zaporizhzhia ya rojhilatê Ukraynayê jinek, li Khersonê ya li başûr mêrekî 75 salî, her wiha jineke din jî li herêma Dnipropetrovsk hatine kuştin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, di nameyeke vekirî de ji serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re, daxwaza civîneke rasterast kir ku armanca wê bidawîanîna şer e.

Zelensky anî ziman Kîev ji bo agirbesteke berfireh di dirêjahiya dema dan û standinan de amade ye û pêşniyar kir ku pêvajoya dîlgirtiyan pêk were. Her wiha got, diyaloga rasterast dikare rê li ber çareseriyeke siyasî ya pevçûnê veke û destnîşan kir ku heya ji bo bidawîanîna şer lihevkirinek neyê kirin, Ukrayna dê parastina axa xwe bidomîne.

Kremlînê ragihand ku Pûtîn hîn name nedîtiye. Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov jî got serokê Ukraynayê dikare di her kêliyê de serdana Moskovê bike. Pûtîn jî got, welatê wî ji bo gihîştina lihevkirinekê bi rêyên aştiyane amade ye. Di heman demê de pêşveçûna berdewam a hêzên Rûsyayê li eniyên şer vegot.

Serokê Rûsyayê piştî êrişên dronên Ukraynayê yên di rojên dawîn de li ser tesîsên li St. Petersburgê, got divê pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê werin xurtkirin.

Sefîrê Rûsyayê li NY‘yê Vassily Nebenzia biryara NY‘yê ya xistina hêzên ewlehiyê yên Rûsyayê di “lîsteya reş" de red kir. Vassily Nebenzia biryar wek "alîgir û siyasî" bi nav kir û diyar kir ku agahdariya di rapora NY‘yê de li ser bingeha delîlên têrker nebûye ku hebûna binpêkirinên sîstematîk îspat bike.

Şandeya Çavdêriya Mafên Mirovan a Ukraynayê, di şerê li Ukraynayê de bi sedan binpêkirinên tundiya zayendî û binpêkirinên li dijî dîlgirtiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Rûsyayê ve hatine kirin, belge kiribûn. Li ser vê yekê NY‘yê hêzên ewlehiyê yên Rûsyayê xistin lîsteya reş.

(bb)