Di êrişên li ser Lubnanê de 7 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 7 kes hatin kuştin û 12 kes birîndar bûn.

Di êrişên li ser Lubnanê de 7 kes hatin kuştin
5 hezîran, 2026   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek di parastina sivîl a Lubnanê de ji AFP‘ê re ragihand ku di êrişên Îsraîlê de ji şeva pêncşemê heya berbanga îro ve 7 kes hatin kuştin û 12 kes birîndar bûn.

Li gorî heman çavkanî, di bombebarankirina derdora Nexweşxaneya Cebel Amil de 4 kes hatin kuştin û 7 kes birîndar bûn. Her wiha zerarên sivik li nexweşxaneyê bûn.

Hate ragihandin ku di êrişa li ser bajarê Sûrê de jî 3 kes hatin kuştin, 5 kes jî birîndar bûn, di nav de 2 zarok hene.

Artêşa Îsraîlê ji bo pêkanîna êrişekê hişyarî da niştecihên bajarokên Ernaya, Enqûn û Kefer Vêla yên bakurê çemê Lîtanî ku bi lez herêmê vala bikin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee ji medyaya erebî re got ku divê niştecih herî kêm 1000 metre dûrî deverên vekirî bikevin. Berdevk destnîşan kir ku nêzîkbûna baregeh, tesîs, an çekên Hizbullahê ji bo sivîlan xeterek e.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku piştî hişyariyên Îsraîlê koçberiyek ji bajarokê Anqun çêbûye ku ji bilî niştecihên wê nêzîkî 2 hezar û 500 koçber lê dimînin.

Dronên Îsraîlê îro sibehê bajarokên Kefer Donîn ê navçeya Bin Cibêl, bajarokên Nebetiye Jorîn, Zebdîn, Şokîn û Cebîşt bombebaran kirin.

(bb)