KCK’ê Cejna Noelê pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê di şexsê Xiristiyanên Kurdistanî de cejna Noelê li civaka Xiristiyan hemûyan pîroz kir.

KCK’ê Cejna Noelê pîroz kir
25 kanûn, 2023   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Gel û Baweriya a KCK’ê bi boneya Cejna Noelê daxuyaniyêk  weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Çend roj piştî Cejna Noelê cîhana me wê bikeve saleke nû ya mîladî. Bi wesîleya rojê em sala nû di serî de li Kurdistaniyan li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin û hêvî dikin ku sala 2024’an bibe saleke welê ku pirsgirêkên bingehîn ên mirovahiyê lê hatine çareserkirin, li erdnîgariya Rojhilata Navîn û her devera cîhanê şer bi dawî bûye, mirovahî di nava aştî, aramî û tenduristiyê de jiyaneke azad û demokratîk bi dest xistiye.

Rojhilata Navîn ku Xiristiyaniyê lê destpê kir û li nava mirovahiyê belav bû, bi şerekî giran, tecrîd, êşkence û êrîşên di asta qirkirinê de derbasî sala 2024’an a mîladî dibe. Rastiyeke ku bi van êrîşan re di serî de civakên Kurd û Ereb hemû civakên Rojhilata Navîn zerarên mezin dibînin, yekîtî, hevgirtin, bawerî, hurmet, hezkirin û biratiya gelan zerarê dibînin û derbê dixwin. Em di wê baweriyê de ne ku di nava atmosfereke bi vî rengî de pîrozkirina Cejnê, bibîranîna pîrozmendiyên civakî bi wesîlekirina çareseriya pirsgirêkan dikarin bi wate bikin. Hêvî û bendewariya me ew e ku Cejna Noelê ya îsal bibe wesîle ku dawî li şer bê anîn, tecrîd bê rakirin, aştî û xwişk-biratî li nava gelan serwer bibe, civak hemû bigihêjin aramî, tenduristî, xêr û bêrê.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em pê bawer in ku pirsgirêkên civakên Rojhilata Navîn û mirovahiya cîhanê, krîz û kaos bi têkoşîneke exlaqî, têgihiştina polîtîk û rêxistinî dikarin bêne çareserkirin. Em zanin ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan, civakên baweriyan, jin û ciwanan yekane rêya rizgariya ji krîz û kaosên li Rojhilata Navîn û civakên cîhanê ye. Bi vê bîr û baweriyê em bang li hêzên demokrasiyê, hêzên civakî yên alîgirê nirxên mirovahiyê dikin ku ji bo Cejna Noelê ya îsal û sala mîladî ya nû bibin saleke welê ku têkoşîna nirxên demokrasî û azadiyê, têkoşînê hîn mezin bikin.

Em bi bîr dixin ku cejnên olî banga ji bo nirxên civakî, mirovî yên weke hezkirin, hurmet, aştî û xwişk-biratiyê ye û dixwazin destnîşan bikin ku di vê demê de pêwîstiya bi van nirxên mirovî û civakî ji her demê bêhtir e. Ji ber vê yekê jî em bang li mirovahiyê dikin ku di sala 2024’an de li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û her devera cîhanê li dijî hikumet û dewletên ji mejiyê mêtinger, qirker û faşîst, di eniya têkoşîna hevpar de hîn bi xurtî tevlî nava têkoşîna rêxistinbûyî bibin. Em dixwazin bi bîr bixin ku di sala nû de weke gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ji her demê bêhtir pêwîstiya me pê heye ku piştevanê hev bin. Em hêvîdar in ku Cejna Noelê ya îsal bibe wesîleya saleke welê ku gelên Rojhilata Navîn û gelên me yên Kurdistanî têkoşîna xwe ya li ser xeta neteweya demokratîk hîn mezin bikin, hestên yekîtî, hevgirtin û xwişk-biratiyê hîn xurt bikin.

Bi vê hest û vî fikrî em Cejna Noelê destpêkê li gelên me yên Ermen, Asûrî, Suryanî, Keldanî yên Kurdistanî, li tevahiya civaka Xiristiyan careke din pîroz dikin û hêvî dikin ku ji bo her kesî bibe saleke ji hezkirin, aştî û xwişk-biratiyê.”