Dewleta Tirk êrişî Kobanê kir: 2 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker navenda bajarê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Dewleta Tirk êrişî Kobanê kir: 2 kes birîndar bûn
25 kanûn, 2023   09:24
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên keşfê li navenda bajarê Kobanê kampanyeke û cihekî tamîrkirina erebeyan bombebaran kir. Di encamê de 2 karker birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

(bb)