Karwanê sêyemîn ê alîkariyan ber bi peravê ve bi rê ket

Karwanekî din ê alîkariyên mirovî ku ji aliyê Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşpêdanê ve hatiye amadekirin, ji Tebqayê ber bi herêmên peravê ve bi rê ket.

Karwanê sêyemîn ê alîkariyan ber bi peravê ve bi rê ket
31 gulan, 2025   13:11
TEBQA

Karwanê sêyemîn ê alîkariyên mirovî ku ji aliyê Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşpêdanê ve hatiye amadekirin, vê sibehê ji deriyê El Bû Asî yê kantona Tebqayê ber bi herêmên peravê ve bi rê ket.

Komeleya Mezopotamya duh bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk karwanê 3'yemîn ê alîkariyên mirovî amade kiribû. Alîkarî ji 6 hezar paketên xwarinê pêk tê.

Ji Adara îsal ve ev karwanê 3'yemîn ê alîkariyên mirovî ye ku ji aliyê gelê herêmê, Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser ve ber bi peravê ve tên şandin.

(bb)

ANHA