Karkerên paqijiyê hatin xelatkirin

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a kantona Firatê karkerên paqijyê yên şaredariyên bajarê Girê Spî xelat kirin.

Karkerên paqijiyê hatin xelatkirin
Karkerên paqijiyê hatin xelatkirin
Karkerên paqijiyê hatin xelatkirin
Karkerên paqijiyê hatin xelatkirin
Karkerên paqijiyê hatin xelatkirin
Karkerên paqijiyê hatin xelatkirin
Karkerên paqijiyê hatin xelatkirin
17 cotmeh, 2024   15:28
EYN ÎSA

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a kantona Firatê karkerên şaredariyên bajarê Girê Spî xelat kirin ku tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker jî karê xwe didomînin.

Bi dehan şêniyên bajarê Eyn Îsayê, nûnerên komîte û saziyên Meclisa Bajarê Girê Spî tev li merasîma xelatkirinê bûn.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a kantona Firatê Hêlîn Hacim axivî û got: "Ew bi karê xwe re dilsoz in, tevî êrişan jî karê xwe rojane didomînin. Israra wan a xweşikkirina bajêr, hêmaneke berxwedanê û wefadariyê ye. Xelatkirina wan erka me ye."

Di dawiya merasîmê de hevserokatiya Komîteya Şaredariyan a Meclisa Bajarê Girê Spî karkerên paqijiyê xelat kirin.

(şx)

ANHA