Çeteyên El Emşat îşkence li efrîniyekî kir

Çeteyên "El Emşat" ên dewleta Tirk a dagirker, ji ber ku nehişt çeteyên dewleta Tirk berhemên wî bidizin, îşkence li efrîniyekî kir.

Çeteyên El Emşat îşkence li efrîniyekî kir
17 cotmeh, 2024   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih çeteyên "El Emşat" ên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane îşkence li şêniyê bi navê Mehmûd Hesen Totî yê ji bajarokê Şiyê yê Efrînê kiriye.

Heman çavkaniyan aşkera kir ku Mehmûd Totî nehiştiye çeteyên dewleta Tirk berhemên wî yên çandiniyê bidizin, ji ber wê çeteyan êrişî wî kiriye û îşkence lê kiriye.

(şx)