Li Tengava Hurmuzê keştiyek hat hedefkirin

Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand, li Tengava Hurmuzê keştiyek hatiye hedefkirin û agir pê ketiye.

Li Tengava Hurmuzê keştiyek hat hedefkirin
27 tebax, 2026   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

UKMTO’yê ragihand şeva borî li Tengava Hurmuzê keştiyek nefthilgir hat hedefgirtin, li nava keştiyê şewat derket, lê piştre hat vemirandin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku heta niha nasnameya keştiyê û cihê ku wê keştî berê xwe bidayê nehatiye aşkerakirin û derbarê hêz û aliyên ku li keştiyê xistine jî ti agahiyek bidest nexistine.

Hêjayî gotinê ye rejîma Îranê Tengava Hurmuzê daxistiye ku ji sedî 20’ê neft û gaza xwezayî ya bazirganiya cîhanî têre derbas dibe.