Li kantona Cizîrlê çalakiyên şermezarkirina êrişan

Şêniyên kantona Cizîrê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker teqezî bi berxwedanê kir.

17 ÇILE, 2024   16:54
QAMIŞLO

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê, hêrsa gelê herêmê zêde bû. Li navçeyên kantona Cizîrê bi çalakiyên cuda sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û teqezî bi berxwedanê li hember wan êrişan hate kirin.

Meclisa Navçeya Tirbespiyê çalakiyeke protestoyî li pêşiya navenda Kongra Star li dar xist. Di çalakiyê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên Rêveberiya Xweser û partî hazir bûn.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê, Ferhan El Heza axivî û got: "Di vê dawiyê de dewleta Tirk xwest siyasetên xwe yên mêtinger û dagirker li herêmê pêk bîne, lê belê bi saya fedakariyên şehîdan bi bin ketin."

Endamê Nivîsgeha Perwerdeyê Fesîh Hisên, bi navê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê axivî û got: "Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze fişarê li gel bike ji bo ku dev ji destkeftiyên xwe berde. Her wiha zextê li Rêveberiya Xweser bike, projeya demokratîk têk bibe ku li herêmê hatiye sepandin."

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokrasiyê Îbrahîm El Selac jî  diyar kir ku pergala Tirk, ruxmî îdiayên wê ku ewlehiya xwe ya neteweyî diparêze, lê belê bi guhertina demografiyê û koçberkirina şêniyên resen, binpêkirinan pêk tine.

Çalakî wê heta sibe berdewam bike.

ÇILAXA

Li Çilaxa jî, çalakiya konvedanê ya ku şêniyan duh li pêşiya saziya kehrebeyê li dar xistibû, didome.

Di çalakiyê de, endamê Rêveberiya Nivîsgeha Yekitiya Ajokaran a Çilaxa Hisên Esaf axivî û got: "Gelê herêmê berxwedêr e û li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan tê dikoşe."

Endama Rêveberiya Kongra Star Semer Hisên jî got dewleta Tirk armanc dike vîna gelê herêmê yê berxwedêr têk bibe û tevliheviyê derxe.

Endamê saziya kehrebeyê ya navçeyê Yasir Mihemed teqezî bi berdewamkirina berxwedanê li hember êrişan kir.

Di dawiya çalakiyê de endamê Meclisa Navçeyê Xelîl Mecîd axivî û got: "Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê divê em li ber xwe bidin."

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê ji aliyê Însiyatîfa Gel ve li pêşiya Navenda Çandê ya Rimêlanê çalakiya konvedanê hate lidarxistin .

Di çalakiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Mihemed Cemîl diyar kir ku her çiqas êriş gûr bibin, israra wan li ser berdewamkirina têkoşînê zêde dibe.

Her wiha di çalakiyê de endama Rêveberiya Dibistanan a Girkê Legê Mihemed Lema Hisên û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Xelef teqezî bi domandina têkoşînê li dijî êrişên qirkirinê yên li dijî gelê herêmê da.

Di dawiya çalakiyê de daxuyanî ji aliyê endamê Hêzên Parastina Civakê (HPC) bi zimanê Erebî û endama Meclisa navçeya Girkê Legê ve bi zimanê Kurdî hat xwendin û tê de teqezî bi domandina xeta berxwedanê li dijî êrişan hat dayîn.

TIL KOÇER

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçerê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya meclisê şermezar kirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Yasîn El Kino bi beşdariya malbatên şehîdan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de soza domandina berxwedan û têkoşînê li dijî êrişan hat dayîn.

AMÛDÊ

Di roja 2'yemîn û ya dawîn de, şêniyên navçeya Amûdê û endamên saziyên sivîl û meclisan berê xwe da konê çalakiyê yê li Qada Jina Azad a rojhilatê navçeyê hatiye vedan.

Endama Kongra Star Şêrîn Dawûd axivî û bang li gelê Sûriyeyê kir ku li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hevgirtinê xur bike û li hemberê bisekinin.

Endamê Meclisa bajarokê Topo Salih Ebdullah Mehmûd got: "Bi hevgirtina xwe em ê çete û dagirkeran têk bibin."

(şx-mh)

ANHA