Kongreya PKK’ê û rageşiya Hindistan û Pakistanê rojevên rojnameyan bûn

Di hefteya borî de destwerdaneke berbiçav di bûyerên herêmî û navneteweyî de çêbû, vê yekê rewşa rageşiya siyasî û leşkerî li zêdetirî herêmê guherand. Ji kongreya 12’emîn a PKK’ê heta bi serdana serokê desthilata Şamê ji Fransayê re, aloziyên Hindistanê û Pakistanê û dosyaya nukleerî ya Îranê rojevên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

Kongreya PKK’ê û rageşiya Hindistan û Pakistanê rojevên rojnameyan bûn
11 gulan, 2025   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hefteya borî de rêzepêşdeçûnên siyasî û ewlehî yên berbiçav hebûn, weke lidarxistina kongreya 12’emîn a PKK’ê ku girîngiyeke berfireh di dezgehên çapemeniya cîhanê û erebî de cih girt, serdana serokê desthilata Şamê ji Fransayê re cih girt, wiha rageşiya Hindistan-Pakistanê, dosyaya nukleerî rojevên rojnameyan bûn.

KONGREYA DÎROKÎ YA PKK’Ê: BIRYARÊN DÎROKÎ DIGEL ŞOPANDINA HERÊMÎ

Kongreya PKK’ê ya 12’emîn kete rojeva medyaya erebî. Manşet û sernavên balkêş girîngiya kongreyê û bendewariya biryarên wê nîşan didin.

Rojnameya Al Nahar: Gaveke girîng; Partiya Karkerên Kurdistanê kongreyek li dar xist û “biryarên dîrokî” dan.

Rojnameya El Quds El Erebî: Li ser banga Ocalan, Partiya Karkerên Kurdistanê kongreyek li dar xist û “biryarên dîrokî” dan.

MACRON DI HEVDÎTINA LI GEL ŞERÎ DE BERJEWENDIYÊN KURDAN DIXE PÊŞIYÊ

Rojnameya El Ereb a li Londonê ragihand ku serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di hevdîtina xwe ya li gel Şerî de tekezî li ser pêwîstiya parastina mafên Kurdên li Sûriyeyê kiriye û peyameke zelal şandiye ku divê rêkeftinên siyasî yên nû Kurdan bêalî neke yan jî wan nexe ber gefên leşkerî, nemaze ji Tirkiyeyê ku hevalbenda Şerî ye. Hate diyarkirin Macron got "Em ê Kurdên Sûriyeyê bê piştgirî nehêlin" û pesnê rola wan a di şerê li dijî DAIŞ’ê de da.

Li gorî rojnameyê, Parîs ku welatê rojavayî yê yekemîn e ku pêşwaziya serokê desthilata Şamê dike, hewl da sûdê ji rojevkirina vê serdanê wergire da ku Şerî neçar bike ku Kurdan neke hedef.

BALAFIRÊN BÊMIROV ÊN ÎSRAÎLÎ Û BALAFIRÊN ŞER ÊN ÇÎNÊ KETINE HERÊMA ALOZIYA HINDISTAN Û PAKISTANÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da aloziya di navbera Hindistan û Pakistanê ku her du hev din tawanbar dikin ku bi dronan êrişan pêk anîn. Hate diyarkirin "Îslamabadê ragihand ku dronên Îsraîlî yên ku ji hêla Hindistanê ve hatine avêtin, hatin xistin. Her wiha îşaret bi balafirên şer ên Çînê jî kir ku tê texmînkirin di xistina balafirên ’Rafale’ de yên ku ji hêla New Delhiyê ve di êrişên li ser Pakistanê de roja Çarşemê hatibin bikar anîn."

BERNAMEYA NUKLEERÎ YA ÎRANÊ: DI NAVBERA XAPANDINA BERDEWAM Û PÊDIVIYA ÇAVDÊRIYA NAVNETEWEYÎ DE

Malpera Elaphê jî ku dosyaya nukleerî ya Îranê nirxand, destnîşan kir ku tevî çavdêriya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî,  rejîma Îranê bi salan siyaseteke sîstematîk a xapandinê li hember civaka navneteweyî dimeşîne.

Li gorî heman malperê, Îran bi îdiaya mûzakere û dîplomasiyê,  siyaseta razîkirina hêzên rojava bi kar anî da ku pêşxistina bernameya xwe ya nukleerî bidomîne. Li hemberî van siyasetan jî banga xurtkirina çavdêriya navneteweyî hat kirin.

(fr)