Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke gel li dar xist 

Partiya Sûriya Pêşerojê di civînekê li kantona Dêrazorê de bal kişand ser armancên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên hikumeta Şamê yên li dijî herêmê û diyar kir ku ew ji êrişan dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin.

Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke gel li dar xist 
Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke gel li dar xist 
Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke gel li dar xist 
30 ÇILE, 2024   15:48
DÊRAZOR

Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li navenda Mecilsa Xwecih a bajarokê Sûse yê rojhilatê kantona Dêrazorê li dar xist. Di civînê de rûspiyên herêmê, endamên meclisên xwecih û saziyên sivîl hazir bûn.

Endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Ela El Seîd axivî û behsa şerê di navbera Îsraîlê û Hemasê de, şerê Rûsya û Ukraynayê, bandorên wê li ser gelan bi giştî kir û diyar kir ku çareserî, projeya Rêveberiya Xweser e.

Têkildarî rewşa Sûriyeyê El Seîd diyar kir ku yek ji armancên Partiya Sûriya Pêşerojê avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî ye û ji xebatên serî pêşîn ên partiyê, vegera axa Sûriyeyê ku dewleta Tirk dagir kiriye û vegera penaberan e.

Her wiha El Seîd îşaret bi siyaseta valakirina herêmê ji ciwanan kir û got: "Vekirina rê li pêşiya koçberiyê, valakirina herêmê ji ciwanan e ku damara civakê ne."

El Seîd teqezî bi hişyarkirina ciwanan û hevkariya bi Rêveberiya Xweser re kir ji bo ku rê li pêşiya kesên dixwazin tevliheviyê li herêmê çêkin, bê girtin.

(şx)

ANHA