Hevgirtina gel seferberiya giştî li gundewarê Til Temirê xurt dike

Li ser banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser, şêniyn gundê Hiznî yê Til Temirê xwe birêxistin kirin. Beşek şênî gund diparêze û beşekjî ji bo şervanên li eniyên pêş xwarinê amade dike.

16 sibat, 2026   04:55
HESEKÊ

Rewşa seferberiya giştî ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve li herêma Cizîrê hatiye ragihandin, berdewam dike. Gundê Hiznî yê li bakurê bajarê Til Temirê weke mînakek zelal a hevgirtina civakî derdikeve pêş.

Ji dema ku seferberî hate ragihandin, gundiyan xwe birêxistin kir. Ciwan û pîr, mêr û jinan ji bo çalakiyên cuda hatin erkdarkirin.

PARASTIN BERPIRSYARIYEKE GIŞTÎ YE

Destpêkê komên parastina civakê hatin avakirin ku şênî bi dorê gund û derdorê diparêzin. Dilyar El Xelef, yek ji ciwanên ku beşdarî parastinê bûye got, "Ji dema ku seferberiya giştî hate ragihandin, me dest bi parastinê kir. Em bi awayekî dorveger 24 saetan nobetê digirin. Her komeke parastinê aliyekî gund diparêze û têkiliya rasterast bi hêzên ewlehiyê re heye."

El Xelef destnîşan kir ku ev rêxistinbûn, bû sedema xurtkirina ewlehiya di nav gund de û pêşîgirtina li her xeteriyekê.

ÎNÎSIYATÎFEK CIVAKÎ JI BO PIŞTGIRIYA HÊZÊN LEŞKERÎ

Rola gundiyan ne tenê rêxistinkirina parastina xwe di nav gund de ye. Di heman demê de piştgiriya hêzên leşkerî yên li eniyên pêş ên Til Temir û Çiyayên Kizwanê jî dikin. Gundî xwarinê ji şervanan re amade dikin. Gundiyan malek weke cihê amadekirina xwarinê destnîşan kirine,  her roj mêr, jin û ciwan li wir dicivin da ku erkên xwe yên hatine destnîşankirin pêk bînin.

Mihemed Elî, yek ji çavdêrên sereke yên amadekirina xwarinê, got, "Em kurên vê axê ne, û erkê me ye ku em li kêleka şervanên ku gundên me diparêzin bisekinin. Amadekirina xwarinê tiştê herî kêm e ku em dikarin pêşkêşî wan bikin. Em wekî tîmek, jin û mêr  dixebitin,  xwarinan amade bikin û dighînin hêzên leşkerî."

Harûn El Xelef jî got, "Em, xort û keçên gund, pêdiyên xwarinê amade dikin, piştgiriyê didin malbatan û navendên amadekirina xwarinê paqij dikin. Hebûna me ya îro li meydan û navendên amadekirina xwarinê beşek ji erkê me ye."

Gundiyn diyar kir ku tiştê ku ew îro dikin nîşana wê yekê ye  ku parastina axê bi hevgirtin û yekitiya civakê dest pê dike. Gundiyan bang li hemî xelkê herêmê kir ku bi awayekî çalak tev li seferberiya giştî bibin û erkên xwe yên hatine destnîşankirin bi cih bînin.

(k)

ANHA