Jinên ciwan banga xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan kir

Jinên ciwan ên tev li şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dibin, bang li jinan kir ku wan pirtûkan bixwînin û diyar kir ku pirtûkên Rêber Ocalan ji bo nasandina dozên civakê û diyarkirina rola girîng a jinan ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad, gelekî girîng in.

Jinên ciwan banga xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan kir
13 hezîran 2024   02:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Kongra Star bi koordîneya Nivîsgeha Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Tirbespiyê ya kantona Cizîrê şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe.

15 jin her roj 2 saetan li hev kom dibin û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin. Vê carê pirtûka sêyemîn a parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan a "Sosyolojiya Azadiyê" bûye mijara şêwirê. Jinan di 20 rojan de xwendina pirtûkê bi dawî kir.

Têkildarî mijarê û girîngiya şêwirên xwendinê, jina ciwan a bi navê Rîm Elî ku endama Nivîsgeha Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk e, bi bîr xist ku gelek sûd ji beşa girêdayî îslama demokratîk girtiye.

Rîm Elî bal kişand ser beşa ku behsa rola jinan a di civakê de hatiye kirin û got: "Rêber Abdullah Ocalan di gelek cihan de behsa rola cewherî ya jinan a di civakê de dike. Balê dikişîne ser zîhniyeta baviksalar a desthilatdar û rêbazên guhertina vê zîhniyetê û li şûna wê pergaleke demokratîk ku azadiya jinan ji xwe re dike esas, bi cih bike."

Rîm Elî bi bîr xist ku piştî xwendina pirtûkê di kesayeta wê de guhertin çêbûye û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan kesayeta me analîz kiriye, bi rêya birêxistinkirin û xweperwerdekirinê çareserî ji me re danîne."

Xezale Mihemed jî ku tev li şêwirên xwendinê dibe, got: "Rêber Abdullah Ocalan di pirtûkê de behsa Komploya Navneteweyî û aliyên wê dike. Dûre îşaret pê dike ka çawa vê komployê bi hedefgirtina gelê herêmê dewam kir. Destpêkê, gelê Ewropayê kir hedef û ew ji kesayet, nasname û cewherê xwe dûr xist û keda gelan ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn."

Xezaleyê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan 12 dozên girîng ên civakê mîna tenduristiyê, jîngeh, aborî, jin û gelek dozên din analîz û şîrove dike, jê re çareseriyan jî dibîne û teqeziyê bi azadiyê dike ku divê civak li ser wê bê birêxistinkirin.

Xezaleyê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe de girîngiyeke mezin daye azadiya jinan û banga parastina azadiya wan dike û wiha axivî: "Divê jin, van parêznameyan bixwînin. Ji ber ku di avakirina kesayeteke pêşeng a xwedî hêz de sûdeke wan a mezin heye."

(şx)

ANHA