Ji ber ava qirêjî gelek kes bi jehrê dikevin

Bijîşkê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Rizgar Xelîl aşkera kir ku hejmara zarokên ji ber ava vexwarinê ya qirêjî bi jehrê dikevin, zêde dibe û êdî nikarin wê hejmarê li nexweşxaneyê derman bikin û bang li şêniyan kir ku baldar bin.

13 hezîran, 2024   06:17
HESEKÊ
DIYAR EHMED-HENAR ÎBRAHÎM

Li Nexweşxaneya Gel a Hesekê rojane bi dehan zarokên ji ber ava vexwarinê ya nepaqij jehrî dibin, tên pêşwazîkirin.

Zêdetirî milyonek û 500 hezar niştecihên Hesekê û navçeyên girêdayî bajêr, ava vexwarinê bi rêya sahrîcan peyda dikin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji dema bajarê Serêkaniyê dagir kiriye, ava stasyona Elûk ku av dida Hesekê, biriye. Şênî 9 meh e avê dikirin.

Bijîşkê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Rizgar Xelîl aşkera kir ku di 2 mehên dawîn de jehrîbûn û kulbûna rûvî û mîdeyê zêde bûye ku bandoreke giran li zarokan û kal û pîran dike.

‘AVA QIRÊJÎ SEDEM E’

Xelîl diyar kir ku gelek sedemên vê rewşê hene û wiha domand: "Di serî de ava qirêjî ku di encamê de zarok bi zikçûneke dijwar dikevin. Berdewamkirina zikçûnê tenduristiya zarokan dixe xetereyê."

Xelîl destnîşan kir ku zêdebûna pileyên germahiyê jî dihêle hejmara nexweşan zêde bibe û ev li gotinên xwe zêde kir: "Li nexweşxaneyê rojane bi dehan nexweşên bi jehrê ketine, tên pêşwazîkirin. Rewşa gelekan giran e.”

Gerînendetiya Avê ya Hesekê di Tîrmeha 2023`yan de ragihandibû ku dewleta Tirk bajarê Hesekê veguherandiye herêmeke karesatê û bang li rêxistinên têkildar kir ku çareyekê ji vê karesatê re peyda bikin.

DI MEHEKÊ DE HEZAR Û 200 NEXWEŞ

Xelîl da zanîn ku hejmara nexweşan zêde dibe û wiha got: "Hejmar her ku diçe zêdetir dibe. Meha çûyî, nêzî hezar û 200 nexweş li nexweşxaneyê hatin dermankirin. Ji ber ku êdî li cem me, nivînên vala nemane, şênî zarokên xwe dibin nexweşxaneyên din. Ev nexweşî li mal nayê dermankirin, pêwîstî bi nexweşxaneyê heye."

Xelîl bang li şêniyan kir ku baldar bin û wiha axaftina xwe domand: "Hin caran, kesên bi jehrê ketine, di mîde û rûviyên wan de êş heye, wefat kirine. Em hêvî dikin ku niştecihên bajêr û şênî, dema nîşaneyên vê nexweşiyê li zarokên xwe dîtin, yekser biçin navendên tenduristiyê.”

Li gorî daneyên ku hatine bidestxistin, nêzî 800 sahrîcên avê rojane avê ji bajêr re peyda dikin. Her wiha rêxistinên li bajêr jî avê bi rêya depoyên ku li taxan danîne, ji şêniyan re peyda dikin.

(şx)

ANHA