Qamişlo hefteyeke bi pirsgirêka avê re mijûl e

Li bajarê Qamişlo pirsgirêka avê ku ev hefteyeke derketiye, welatî xistine tengezariyê.

Qamişlo hefteyeke bi pirsgirêka avê re mijûl e
Qamişlo hefteyeke bi pirsgirêka avê re mijûl e
Qamişlo hefteyeke bi pirsgirêka avê re mijûl e
Qamişlo hefteyeke bi pirsgirêka avê re mijûl e
Qamişlo hefteyeke bi pirsgirêka avê re mijûl e
Qamişlo hefteyeke bi pirsgirêka avê re mijûl e
Qamişlo hefteyeke bi pirsgirêka avê re mijûl e
13 hezîran, 2024   07:35
QAMIŞLO

Pêwîstiya avê li bajarê Qamişlo bi 3 staysyonan tê pêşwazîkirin. Ji ber ku di salên dawî de hejmara şêniyên bajêr li gel koçberiyê zêde bûye, pêwîstiya avê tam nayê bicihanîn. Lewma Şaredariyê ji bo ku hevsengiyek li bajêr çêbibe û welatî mexdûr nebin, sîstema ku her du rojan carekê av bihgêje hemû malan ava kiriye.

Lê di hefteya dawî de stasyona Hilêliyê ku stasyona sereke ya bajêre û nêzî ji sedî 80 pêdiviyê bi cih tîne, xerab bûye û av jî li ser welatiyan qut bûye.

Ji ber qutbûna avê û germahiya havînê welatiyên bajêr tengezar bûne û daxwaz dikin ku di demeke kurt de pirsgirêk were çareserkirin.

Li gorî rayedariyên şaredariyê stasyona avê ji ber qutbûna ceyranê (kehrebeyê) sekinî ye, lewra sîstema belavkirina avê sekinî ye, lê nehat gotin ku ceyran çima qut bûye û wê heta kengî bê çareserkirin.

Daîreya Avê hewil dide bi sehrîcan (seyareya avê) pêdiviya xelkê pêşwazî bike, lê pê re naghêjîne lewma hinek welatî neçar dimînin bi sehrîcên taybet (ên bi pere) avê peyda bikin. Di wê rewşê de jî pirsgirêka buhabûna kirîna avê derdikeve.

Hinek welatî jî ji bîrên avê yên li taxa bi satilan avê dikşînin malên xwe.

(ekîb/a)

ANHA