Ji YPS JIN li Stenbolê 4 çalakiyên cuda 

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çawrê Gelhat ya YPS JIN li Stenbolê agir berda wesayitên faşîstên AKP-MHP'ê.

Ji YPS JIN li Stenbolê 4 çalakiyên cuda 
21 ÇILE, 2024   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çawrê Gelhat a YPS JIN’ê derbarê çalakiyên xwe de daxuyaniyek weşand û got: çalakiya me ji bo pişgiriya çalakiya girtiyên azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocelan û çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Daxuyanî wiha ye:

“Tîma me ya tolhildanê ya Şehîd Çawrê Gelhat a YPS JIN’ê di 15.12.2023'yan de li Arnavûtkoy û Mecîdiyekoyê yên Stenbolê agir berdan wesayîtên faşîstên AKP-MHP'ê. Her wiha di 20.12.2023’yan de li Avcilara Stenbolê û di 23.12.2023’yan de jî li Arnavutkoya Stenbolê wesayîtên faşîstên MHP’ê şewitandin.

Têkoşîna ku girtiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me û çareseriya pirsgirêka Kurd daye destpêkirin, têkoşîna me hemûyan e. Di vê têkoşîna rûmetê de her çalakiya ku em li dijî rejîma qirker, faşîst a AKP-MHP'ê pêk bînin, deynê stûyê me ye.”