Şêniyên kantona Cizîrê berê xwe didin Qamişloyê

Şêniyên navçe û bajarokên katona Cizîrê berê xwe didin bajarê Qamişloyê ji bo ku tev li meşa mezin bibin ku ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker tê lidarxistin.

Şêniyên kantona Cizîrê berê xwe didin Qamişloyê
Şêniyên kantona Cizîrê berê xwe didin Qamişloyê
Şêniyên kantona Cizîrê berê xwe didin Qamişloyê
21 ÇILE, 2024   11:17
HESEKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û bi boneya salvegera 10`an a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Qamişloyê meşeke mezin li dar dixe. 

Ji vê sibê ve şêniyên bajar, navçe û bajarokên cuda yên kantona Cizîrê; Dêrik, Koçerat, Til Koçer, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak û Şedadê berê xwe didin Qamişloyê.

Çaverê ye ku şandeyên 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li meşa mezin bibin.

(şx)

ANHA