Ji QSDˈê bîlançoya 24 saetên dawîn: 29 çete hatin kuştin

Di berxwedana şervanên QSDˈê ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 29 çete hatin kuştin, 15 çete birîndar bûn. Her wiha depoyeke çekan hat teqandin û hejmarek tank û erebeyên zirxî jî hatin îmhakirin.

Ji QSDˈê bîlançoya 24 saetên dawîn: 29 çete hatin kuştin
20 ÇILE, 2025   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawîn a şer û berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker duh di saetên sibehê de li derdora Bendava Tişrînê êrişên dijwar da destpêkirin. Di heman demê de balafirên bê mirov ên bi çek bi kar dianî. Êriş heya saetên êvarî dewam kir. Çeteyan jî bi panzêran ji du aliyan êrişî girê gundê Xirbe Zemala kirin. Şervanên me bi xurtî bersiva êrişan dan û şer derket. Bi qasî hat tesbîtkirin di şer de 8 çete hatin kuştin û hejmarek çete birîndar bû. Yekîneyên Şehîd Harûn jî du erebeyên çeteyan bi temamî rûxandin. Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li nuqteyeke hêzên me xist, lê tu zerar çênebûn.

Çeteyan bi hejarmeke mezin li aliyên çep û rastê yên Girê Syriaetl êriş kirin, lê bi berxwedaneke mezin a şervanên me rû bi rû ma û şerekî giran rû da ku heya saetên derengiya şevê dewam kir. Di encamê de 21 çete hatin kuştin û 15 çete jî birîndar bûn.

Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Şehîd Harûn li gundewarê Bendava Tişrînê li 25 hedefên çeteyan xistin. Di encamê de, 3 tank, 2 erebeyên doçka li ser û 3 erebeyên zirxî hatin îmhakirin. Her wiha li 4 kombûn û nuqteyên çeteyan hatin xistin û depoyeke çekan a çeteyan hat teqandin.

Çeteyan li eniya Dêr Hafirê bi hawnan êriş kirin û bi doçkayê nuqteyên hêzên me kirin hedef, lê tu zerar bi hêzên me nebû. Yekîneyên Şehîd Harûn bi 2 çalakiyan 2 erebeyên çeteyan kirin hedef û erebe bi temamî rûxandin.

Di berxwedana duh de 29 çete hatin kuştin, 15 çete birîndar bûn, 3 tank, 3 erebeyên zirxî hatin îmhakirin, 4 kombûnên çeteyan hatin hedefkirin, depoyeke çekan hat teqandin, her wiha 2 jê doçka li ser, bi giştî 4 erebe hatin teqandin."

(bb)