Kombûna Zenûbiya sersaxî ji malbatên şehîdên bendava Tişrîn re xwest

Kombûna Jinan a Zenûbya sersaxî ji malbatên şehîdên bendava Tişrînê re dixwaze û soza berdewamkirina şopa wan da.

Kombûna Zenûbiya sersaxî ji malbatên şehîdên bendava Tişrîn re xwest
20 ÇILE, 2025   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbya têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên li bendava Tişrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewlata Tirk ya dagirker tu carî guh nedaye sûcên mirovî yên ku dike, rasterast êrişî bedena bendavê dike, ku eger zirar li bendavê bibe wê karesatek jîngehê û mirovî çêbibe. Her wiha kiryarên kuştina sivîlan dewam dike, di nav wan de jin û zarok jî hene, jinên ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe hêzeke mezin nîşan dan. "

Kombûna Jinan a Zebûbya di daxuyaniya xwe de  û sersaxî ji malbatên şehîdên re xwest û wiha dewam kir: "Em ê heta pêkanîna serkeftinê û têkbirina hêzên tarî, li ser şopa şahîdan bimeşin. "

Kombûna Jinan a Zebûbya  têkoşîna "qehremanî ya hêzên me yên leheng di parastina xak û destkeftiyên de bi taybet Yekîneyên Parastina Jin" silav kir  û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku li hember karesatên ku Tirkiye li herêma me pêk tîne, demildest û bi lez tevbigerin. "

(k)