Ji Parêzgarê Hesekê peyama 15'ê Gulanê

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed di peyama xwe ya bi boneya 15'ê Gulanê de got, dê piştgîr û xurtkirina hebûna zimanê Kurdî bidomînin.

Ji Parêzgarê Hesekê peyama 15'ê Gulanê
15 gulan, 2026   13:10
 NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand.

Peyama parêzgar Nûredîn Ehmed wiha ye:

"Di Roja Zimanê Kurdî de, em diyar dikin ku zimanê me yê dayikê ne tenê mîrateke çandî ye, lê mafekî xwezayî ye ku nayê marjînalîzekirin an jî ji holê rakirin. Zimanê Kurdî beşek yekgirtî ya nasname û hebûna me ye. Zimanê Kurdî bi dehsalan li hember hewldanên jiholêrakirinê li ber xwe daye û bi saya îradeya gelê xwe zindî maye û dê di hemû aliyên jiyanê de bi awayekî xurt hebe. Em di piştgirî û xurtkirina hebûna wê de berdewam in û em dê wê ji bo nifşên pêşerojê biparêzin."

(bb)

ANHA