SOHR: Li Tartûsê 3 hemwelatî hatin qetilkirin û şêxekî Elewî hat revandin

Ji ber rageşiya ewlehî ya xeternak li gundewarê Tartûsê 3 hemwelatiyên Elewî bi guleyên çekdarên nenasan hatin qetilkirin û cigirê îmam Mizgefta Elî Bin Ebî Talib, Şêx Salih Siûd hat revandin.

SOHR: Li Tartûsê 3 hemwelatî hatin qetilkirin û şêxekî Elewî hat revandin
24 gulan, 2025   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çend saetên borî de gundewarê Tartûsê şahidê rêzebûyerên xwînrij bû, bi wê re 3 hemlwelatî bi rêbazên hovane bi destê çekdarên nenas hatin qetilkirin û şêxekî navdar ê mezheba Elewî hat revandin û wê yekê di nava şêniyan de metirsiyek mezin çêkir.

Li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) parve kirine, çekdarên nenas ku li erebeyekê siwar bûbûn, yekser gule li hemwelatiyekî li pêş dikana porbiriyê ya li gundê Mecdelon El Behir barandin û tavilê hat qetilkirin. Hema çend saet derbas nebûne, sûcekî bi heman rengî li herêma Cisir El Xirêbat pêk hat; heman çekdaran hemwelatiyek din hedef girt û qetil kirin.

Di bûyereke din de, li ser rêya Beyt Ilyan-Dehbaş bi hemû rêbazî hemwelatiyê sêyemîn jî hat qetilkirin. Ev yek nîşan dide rêzeêrişên sîstematîk ên li dijî hemewelatiyên Elewî hene.

Her wiha SOHR’ê diyar kir ku cîgirê îmamê Mizgefta Elî Bin Ebî Talib, Şêx Salih Siûd li taxa El Cami ya bajarê Tartûsê hat revandin. Ew şêx bi çalakiya xwe ya xurtkirina aştiya civakî û diyaloga di navbera pêkhateyên civaka xwecihî de naskirî bû. Ev kiryara revandinê, di wexteke pir hestiyar de pêk hat, ku metirsiyên hewla gurkirina fitneya mezhebî li herêmê zêde dike.

(fr)