Ji Minbicê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan

Şêniyên bajarê Minbicê û gundewarê wê bi çalakiyekê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

12 mijdar, 2023   14:46
MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê û gundewarên wê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de meşek li dar xist.

Di meşa ku ji Çarxerêya Mîzan dest pê kir de, bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Nivîsgeha Jinan a Sûriyeyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Yekîtiya Jinên Ciwan, şêx û rûspiyên eşîran û partiyên siyasî beşdarê bûn.

Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên “Azadiya Rêbertî azadiya gelan e” , “Dem Dema Azadiyê ye” û “Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re” û “Bê Serok Jiyan Nabe” rakirin.

Meş li Çarxerêya Meseb a li navarasta bajêr veguherî mitîngê. Piştî rêzgirtinê endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Hind Dagistanî axivî û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê herêmê şermezar kirin.

Hind bal kişand ser hewldanên di asta cîhanî de yên ji bo ragihandina pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û wekî destkeftiyeke mezin ji bo xurtkirina doza azadiya gelan û azadiya Rêber Abdullah Ocalan binav kir. Her wiha Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û rêxistinên mafên mirovan wekî berpirsên kiryarên li Îmraliyê hatin destnîşankirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El Ebdo jî axivî û bi bîr xist ku ev zêdetirî 25 sal e Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û got: “Em ê di çarçoveya hemleya ji bo azadiya Rêbertî de bixebitin. Ji ber ku ew rêberê aştiyê ye, parastina bindestan dike û ji bo azadiya wan têdikoşe.”

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê bi dawî bû.

(c)

ANHA