Ji HPG'ê daxuyaniya têkildarî êrişên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên 24, 25 û 26'ê Gulanê eşkere kir.

Ji HPG'ê daxuyaniya têkildarî êrişên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla
27 gulan, 2024   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyek nivîskî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker weşand.

Daxuyanî bi vî renge ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

24'ê Gulanê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên nîv otomatîk li kepçeyekê hate xistin û karê vê kepçeyê hate rawestandin.

24'ê Gulanê saet di 15:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

26'ê Gulanê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li kepçeyê hate xistin ku rê çêdikir. Di encamê de kepçe hate îmhakirin.

26'ê Gulanê saet di 17:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan, derb li çeperekê hate xistin.

26'ê Gulanê saet di 15:16'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Metînayê;

25'ê Gulanê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

25'ê Gulanê saet di 20:30'î de û 27'ê Gulanê saet di 00:10'an de li Qadên Berxwedanê yên Golka û Dergelê hêzên me dest li helîkopterên êrişê werdan.

26'ê Gulanê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de kepçeyek ku li qadê rê çêdikir, hate rawestandin.

BIKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ

Êrişên artêşa delweta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

24, 25 û 26'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 53 caran bi gazên kîmyewî û 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

24 û 25'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 8 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

25'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

25 û 26'ê Gulanê li Herêma Xakurkê qadên Kolît, Sinînê, Xinêrêya Jor 3 caran, li Herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Dergelê, Şêlazê û Bazê 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qada berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li Herêma Garê qadên Zêvkê, Deşta Kafya 4 caran; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

24, 25 û 26'ê Gulanê li Herêm Metînayê qadên berxwedanê yên Golka û Dergelê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."