′Ji bo xewna xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê′

Ji bo ku gelê Kurdistanê biparêze û xewna xwe ya azadiyê û jiyana birûmet pêk bîne tev li HPG'ê bû. Wî jiyana di bin siya pergalên desthilatdar de nepejirand û li dawiyê gihîşt asta şehadetê û mîraseke mezin ji têkoşînê ji bo birayên xwe yên ku rêya wî dişopînin, hişt.

′Ji bo xewna xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê′
23 kanûn, 2023   03:08
KOBANÊ

Gelek caran mirov li cihekî ewle li erdnîgariya Kurdistanê digere, ew erdnîgariya ku ji bo 4 parçeyan hatiye parçekirin. Ji bo pêkanîna vê yekê jî çiyayên Kurdistanê rêya takene ye. Şehîd Şoreş Samûray yek ji wan kesan bû ku li çiyayên Kurdistanê li azadiyê digeriyan û ew ji bo azadî û rûmeta Kurdistanê gihîşt asta şehadetê.

ŞOREŞ SAMÛRAYÎ KÎ YE?

Têkoşerê şoreşger Şoreş Samûray (Şêrwan Xelîl Ehmed) di 1993'yan de li gundê Çeqmaq ê rojhilatê Kobanê ji eşîra Şêxan ji dayik bûye. Di nav malbateke welatparêz de mezin bûye, 5 bira û 3 xwişkên wî hene û ew kurê duyem ê malbatê ye. Berî Şoreşa 19'ê Tîrmehê li bajarê Helebê yê Sûriyeyê tev li gerîlayan bûye.

Malbata Şêrwan Xelîl Ehmed di salên 1980'î de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye, dema ku Rêber Abdullah Ocalan derbasî Sûriyeyê bûye û fikrê xwe li seranserî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê belav kiriye. Malbata wî li Kobanê dest bi xebata rêxistinî ya tevgerê kiriye û ew jî bû destpêka têkoşîna wan a bi armanca rizgarkirina Kurdistanê.

Şêrwan Ehmed piştî ku di navbera salên 2007 û 2009’an de li Helebê tev li Tevgera Ciwanên Şoreşger dibe, zêdetir Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Piştî ku gihîşt asteke baş ji xwerêxistinkirinê, ew biryarê dide ku tev li gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) bibe, berê xwe bide çiyayên Kurdistanê û jiyana di bin siya rejîma Baas de red dike.

Di 4’ê Tebaxa 2012’yan de, Şoreş Samûray di pêngava Şemzînanê ya tolhildana şehîd Rustem Cûdî de, li Colemêrgê piştî berxwedaneke bi lehengî ya wî û hevrêyên wî, şehîd dibe. Cenazeyê wî û yên 3 hevrêyên wî dikevin destê artêşa Tirk a dagirker ku wan jî radestkirina cenazeyan red kir.

Malbata şehîd Şoreş gelek daxwazname ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe ji bo desthilata Tirk a dagirker şandin, lê wê hemû daxwazname red kirin û malbat rastî astengî û gotinên xerab jî hat.

Piştî hewldanên bi gelek mehan, malbata şehîd Şoreş Samûray qutiyeke biçûk ku dirêjiya wê 10 cm derbas nake wergirt û tê de hestûyên şehîd Şoreş hatibûn danîn. Desthilata Tirk a dagirker bi vê kiryarê sûcekî din li lîsteya sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd zêde kir. Ev kiryar bi cenazeyên gelek şehîdan re hatibû kirin ku hestûyên wan di nav qutî yan tûrikên biçûk de dihatin radestkirin.

Hestûyên şehîd Şoreş Samûray bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê yê kantona Firatê hat oxirkirin.

Malbata şehîd heta niha rêya wî dişopînin ku xwişka wî ya mezin Zîn Kobanê (Bêrîvan Ehmed) ji bo dilsoziya bi birayê xwe re di salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de dema ku koçberî gundê Fîsê yê navçeya Lîceyê ya bakurê Kobanê bibûn, di 2015'an de tev li gerîlayan bû. Piştî wê jî 2 birayên şehîd Şoreş tev li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûn.

JIYANA ŞEHÎD ŞOREŞ

Der barê zaroktiya şehîd Şoreş de, bavê wî Xelîl Ehmed wiha axivî: "Zaroktiya kurê min nezelal bû û me nizanîbû ew çi dixwaze, wî di tariyê de li ronahiyê digeriya. Wî di refa 5'an de dev ji xwendinê berda ji ber ku mînhac ji aliyê rejîma Baas ve hatibûn amadekirin, rejîma ku armanc dikir gelê herêmê ji çand û adetên xwe dûr bixe û nasnameya wan tune bike. Kurê min ew tişt qebûl nekir, ji ber wê jî wî berpirsiyariya malbatê di temenekî biçûk de hilda ser xwe ji ber ku rewşa me ya madî ya wê demê ne baş bû."

Ehmed wiha domand: "Kurê min her demekê winda dibû, carinan di demên dereng de vedigeriya malê tevî ku zexta rejîma Baas jî li ser me hebû, vî tiştî ez aciz dikirim, min guman dikir ku ew karekî din dike. Lê piştî ku tev li gerîla bû dilê min rehet bû, ji ber ku ew li azadiya xwe û ya gelê xwe digeriya, dema ku ew tev lê bû min ev yek nas kir, dema ku min li hevrêyên wî guhdar dikir."

Ehemd wiha pê de çû: "Çer ku şehîd û têkoşerên wek kurê min Şoreş hene em ji tiştekî natirsin û em ê heta dawiyê li ser vê xakê tê bikoşin. Em xaka xwe ji kesî re bernadin, em ê wê û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin heta ku em Kurdistaneke yekbûyî dibînin."

Der barê rêbaza radestkirina cenazeyê şehîd de Ehmed bi çavên rondik got: "Tiştê ku ez xemgîn kirime ew e ku piştî şehadeta kurê xwe min hestûyên wî di qutiyekê de wergirtin, ev jî nîşana zîhniyeta faşîst û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd e."

Ehmed bang li gelê Kurd kir ku li hember dagirkerên Kurdistanê bibin yek û got: "Ji ber wê jî divê em destekê bidin gerîlayan, ew hêviya gelan a rizgariyê ne."

(mh)

ANHA